13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Trawmayên me çawa derbasî nifşên din dibin?

Derûnnas Siyabend Aslan

Her çiqasî trawma dikare bandoreke mezin û demdirêj li ser takekes û civakê bike jî, mirov xwedî hêza berxwedanê ye. Bi piştgirî, perwerdehî, fêmkirin û hewldanên pêwîst, em dikarin li hember bandora neyînî ya trawmayê bisekinin.

Trawma, birîneke kûr a derûnî ye ku bandoreke mezin li ser jiyana takekes û civakê dike. Lê belê, bandora trawmayê ne tenê bi kesê ku ew tecribe kiriye ve sînordar e. Lêkolînên zanistî jî nîşan didin ku trawma dikare ji nifşekî derbasî yê din bibe û bi vî awayî domdar tesîrekê li ser malbat û civakê bike.

Trawma dikare bi gelek awayan ji nifşekî derbasî yê din bibe. Yek ji van rêyan bandora genetîkî ye. Li gorî lêkolînan hin guherînên genetîkî yên ji ber trawmayê çêdibin dikarin ji dê û bavan derbasî zarokan bibin. Ev guherîn dikarin bandorê li ser pergala stresê ya laşî bikin û zarokan li hember trawma û pirsgirêkên tenduristiya derûnî hesastir bikin.

Di veguhastina trawmayê de perwerdehî û têkiliyên malbatî jî faktorên girîng in. Dê û bavên ku trawma tecribe kirine, dikarin ne bi zanebûn helwest û tevgerên xwe yên ji ber trawmayê derbasî zarokên xwe bikin. Ev dikare bi rêya perwerdehiyê, têkiliyên malbatî û modela hin tevgeran ve pêk were. Zarok, bi awayekî xwezayî ji dê û bavên xwe gelek tiştan fêr dibin û wan teqlîd dikin. Eger dê û bav bixwe di bin bandora trawmayê de bin, ev dikare rasterast bandorê li zarokan bike. Dê û bavên ku trawma dîtine li hemberî zarokên xwe zêde parêzker in û ji ber ku ditirsin nahêlin  zarokên wan bi tena serê xwe derkevin derve an jî beşdarî çalakiyên normal ên zarokan bibin. Dê û bavên wisa zûtir hêrs dibin û tund tevdigerin. Zarok jî van tevgerên dê û bavên xwe ji xwe re dikin mînak û wekî dê û bavên xwe tevdigerin.

Çanda civakî û bîranînên kolektîf jî rêyeke din a veguhastina trawmayê ye. Trawmayên mezin ên civakî, wek şer an komkujî dikarin bi rêya çîrok, çand û bîranînên kolektîf derbasî nifşên nû bibin. Ev dikare hestên tirs, xemgînî û hêrsê di nav civakê de domdar bike. Civak bixwe dibe berhilgirê trawmayê û vê yekê bi rêya çand û kevneşopiyên xwe derbasî nifşên nû dike.

Pergala perwerdehiyê jî dikare bibe amûrek ji bo derbaskirina trawmayê. Trawmayên civakî dikarin bandorê li ser pergala perwerdehiyê bikin û bi vî awayî derbasî nifşên nû bibin. Ev dikare bi rêya naveroka pirtûkên dersan, helwesta mamosteyan an jî kêmasiya derfetên perwerdehiyê pêk were. Zarok di dibistanan de ne tenê zanînê, lêbelê nirx û perspektîfên civakê jî fêr dibin.

Jîngeha fizîkî û civakî jî di vê mijarê de roleke girîng dilîze. Encamên demdirêj ên trawmayê dikarin jîngeha fizîkî û civakî ya ku nifşên nû tê de mezin dibin, biafirînin. Mînak, feqîrî û tunebûna derfetan ku ji ber trawmayê çêbûne, dikarin bandorê li ser pêşeroja zarokan bikin. Malbatên ku ji ber trawmayê neçar mane ku li taxên xizan û bêewle bijîn, zarokên wan dikarin rastî zehmetiyên wekî tundî, madeyên hişber werin û ji derfetên perwerdehiyê bêpar bimînin. Ev rewş dikare di nav nifşan de bibe sedema domandina çerxa trawmayê.

Encamên demdirêj ên trawmaya nifşî gelek in û dikarin bandoreke kûr li ser jiyana takekes û civakê bikin. Pirsgirêkên tenduristiya derûnî yek ji van encaman e. Zarokên ku ji malbatên trawmatîzebûyî ne, dikarin zêdetir meyla pirsgirêkên tenduristiya derûnî yên wek depresyon, anksiyete û nexweşiya stresê ya piştî trawmayê nîşan bidin

Trawmaya nifşî herwiha dikare bandorê li ser têkiliyan bike. Kesên ku ji malbatên trawmatîze hatine, dikarin têkiliyên xwe de zehmetiyan bikişînin. Ev dikare bibe sedema pirsgirêkên civakî û takekesî yên curbicur. Herwiha, trawmaya nifşî ne tenê bandorê li ser tenduristiya derûnî dike, dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiya fizîkî jî. Li gorî lêkolînan trawmaya nifşî dikare rîska nexweşiyên kronîk ên wek nexweşiyên dil, diyabet û nexweşiyên weke van zêdetir bike.

Lê belê, her çiqasî trawmaya nifşî pirsgirêkeke cidî be jî bo kêmkirina bandora wê rêbazên pêşîlêgirtinê hene ku dikarin bibin alîkar. Yek ji van rêbazan ji bo kesên ku trawma tecrûbe kirine tedawiya trawmayê ye. Ev tedawî dikare rîska derbaskirina wê ya bo nifşên din kêm bike. Perwerdehiya dê û bavan jî girîng e. Pêşkêşkirina bernameyan ya ji bo dê û bavan derbarê bandora trawmayê û rêbazên perwerdehiya pozîtîf dikare di kêmkirina derbaskirina trawmayê de alîkar be.

Piştgiriya civakî jî di pêşîlêgirtina trawmaya nifşî de roleke girîng dilîze. Di nav civakê de avakirina torên piştevaniyê yên xurt dikare di kêmkirina bandora neyînî ya trawmayê de bibe alîkar. Herwiha, pêşkêşkirina perwerdehiya trawmayê ji bo mamosteyên dibistanan, karkerên tenduristiyê û rayedarên civakî dikare di naskirina nîşaneyên trawmayê û pêşkêşkirina piştgiriya guncaw de bibe alîkar.

Polîtîkayên civakî jî dikarin di pêşîlêgirtina trawmaya nifşî de roleke girîng bilîzin. Pêşxistina polîtîkayên ku armanca wan kêmkirina newekhevî û zêdekirina derfetan e, dikare di kêmkirina bandora demdirêj a trawmayê de bibe alîkar. Di heman demê de lêkolînên zanistî yên li ser trawmaya nifşî û belavkirina encamên van lêkolînan dikare di zêdekirina hişmendiya civakî û pêşxistina rêbazên nû yên midaxeleyê de bibin alîkar.

Weke ku hat gotin trawma ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye dikare bibe pirsgirêkeke nifşî ku bandorê li ser malbat û civakê dike. Têgihîştina veguhastina trawmayê ji nifşekî bo yê din û encamên wê yên demdirêj, di pêşîlêgirtina vê çerxa nêyînî de gaveke girîng e. Bi pêşxistina rêbazên midaxeleyên bi bandor em dikarin hewl bidin ku bandora neyînî ya trawmayê kêm bikin û civakeke saxlemtir û bextewartir ji bo nifşên pêşerojê ava bikin. Ji bo vê jî demeke dirêj û hewldaneke domdar pêwîst e. Herwiha, divê em girîngiyê bidin çareserkirina sedemên bingehîn ên trawmayê, wek şer, zordarî û newekheviya civakî. Tenê bi vî awayî em dikarin hêvî bikin ku em ê karibin pêşiya çerxa trawmaya nifşî bigirin û civakeke saxlemtir û aştîxwaztir ava bikin.

Her çiqasî trawma dikare bandoreke mezin û demdirêj li ser takekes û civakê bike jî, mirov xwedî hêza berxwedanê ye. Bi piştgirî, perwerdehî, fêmkirin û hewldanên pêwîst, em dikarin li hember bandora neyînî ya trawmayê bisekinin û rêyên nû ji bo saxlemî û geşbûnê vekin. Ev yek dê ne tenê ji bo nifşê niha, lê belê ji bo hemû nifşên pêşerojê jî girîng be.