20 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Wanê hat avakirin

Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, OHD, ÎHDê ”Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Wanê” hat avakirin.

Li Wanê li dijî tundiya li ser jin û zarokan ‘Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Wanê’ hat avakirin.

Derbarê armanca platformê de li Hola Konferansê ya Tahir Elçi ya Baroya Wanê daxuyaniyek hate dayîn. Platform bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hate avakirin, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED), Odeya Bijîşkan a Wan – Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) a Şaxa Wanê û Koordînasyona Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Wanê cih girtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Leyla Abukan a ji Komeleya Jinan a Starê ve hate xwendin.

Leyla Abukan diyar kir ku pratîkên tundûtûjiyê li dijî jin, kesên LGBTI+ û zarokan bûne yek ji pratîkên bingehîn ên îdeolojiyên serdest û endezyariya civakî ya serdest a mêran û got, “Di vê qonaxê de, êrîşên ku dikarin wekî polîtîkayên kuştina jinan werin binavkirin, her roj bi gelek kuştinên jinan û sûcên nefretê zêde dibin. Ev jî ji bo me bûye pêdivî ku em zemînek li ser bingeha hevkariya civakî û nav-sazûmanî ya bêtir biafirînin da ku li dijî tundûtûjiya zêde ya li dijî jin, kesên LGBTI+ û zarokan li welat û herêma me têbikoşin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.