Çeçan Topçû yê ku 30 salan di girtîgehê de girtî ma, ji Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê derket. Polîsan di sala 1994’an de li navçeya Wêranşar a Rihayê Çeçen Topçu binçav kirin. Piştî derxistin Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM), DGM’ê ew bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebetê lê birî û şandin girtîgehê. Topçû bi dorê li girtîgehên Semsûr, Dîlok, Bolû û Bucayê ma û herî dawî ji Girtîgeha Şakranê ma. Malbatê û nûnerên saziyên civakî li pêş girtîgehê Topçû bi girseyî pêşwazî kirin. Topçû piştî derbasî navçeya Torbaliyê ya ku malbata wî lê dimîne bû. Topçu li vir jî bi girseyî pêşwazîkirin. Girseyê li vir bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan Topçû pêşwazî kir.