6 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tom Barrack li gel Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed civiya

Şandeya Amerîkî ku ji Tom Barrack û Amiral Cooper pêk dihat bi Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn re hevdîtinek girîng pêk anî.

Li Rojavayê geşedenake girîng qewimî. Sefîrê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Ambassador Tom Barrack ragihand ku li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed civiyaye.

Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê bi wêneyekî ragihand ku ew li gel heyeta Rojava civiyaye. Di wêne de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Tom Barrack, Fermandarê CENTCOMê Amiral Cooper xuya dikin.

Tom Barrack diyar kir ku şandeya wan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û li gel HSDê hevdîtinek girîng pêk anîne.