11 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tom Barrack: Divê Tirkiye xwe ji S-400î rizgar bike

Sefîrê Bilind ê DYAyê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack anî ziman ku bi Tirkiyeyê re li ser mijara daxwaza wê ya jinûve tevlîbûna li nava bernameya F-35 a balafirên şer hevdîtin dewam dike.

Tom Barrack li ser hesabê medya dîjîtal Xê peyamek ji bo Tirkiyeyê weşand û got: “Li gorî qanûnên Amerîkayê, Tirkiye ji bo karibe li bernameya F-35 vegere divê êdî sîstema S-400î bi kar nîn e û dest jê berde.”

Sefîrê Bilind got: “Têkiliyên erênî yên navbera serok Donald Trump û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan atmosfereke nû ya hevkariyê afirand û ev jî bû sedem ku hevdîtinên herî berhemdar ên deh salên dawî yên li ser vê mijarê bêne kirin. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin mehên bê ji aliyê bersivdana li pêwîstiyên ewlekariyê yên DYA û Tirkiyeyê ve bi pêş ve biçe û bigihêje encamê.”

Rojnameya Times of Israelê jî ragihand ku Îsraîl ji ber ku dixwaze serweriya xwe ya leşkerî ya li herêmê biparêze li ser firotina balafirên F-35 ên pêşketî ji bo Tirkiye û welatên cîran fikarên xwe aniye ziman.