Fermandariya giştî ya tirk di 15ê Sibata 1925an de fermaneke veşartî ji artêşê re şand. Di vêfermanê de dihat ragihandin ku tevgera di pêşengiya Şêx Seîd de dest pê kiriye demildest were perçiqandin. Bi vê fermanê bi navê ‘tenkîl’ li dijî tevgera kurd şerekî mezin hate destpêkirin. Li gorî fermandariya tirk, kurd ji riya rast derketibûn û hewce bû werin ‘cezakirin’. Ji ber vê jî operasyoneke mezin a qirkirinê dane destpêkirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan vê rojê wekî roja destpêka qirkina kurd bi nav kir.
Piştî 74 salan di sala 1999an de Rêberê PKKê bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin. Piştî darizandineke formalîte di 29ê Hezîrana 1999an de biryara darvekirinê lê hate birîn. Beriya 74 salan di heman rojê de (29ê Hezîrana 1925) Şêx Seîd û 48 hevalên wî li Amedê li qada Deriyê Çiyê hatibûn darvekirin. Dewletê piştî 74 salan bi cezakirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan dixwestbêje ku “kurd tu carî nikarin bi ser bikevin.”
Dewletê îlana têkbirina serhildana 29emîn dikir. Lê tiştek ji bîr kiribû ku tevgera azadiya Kurdistanêne dişibiya tu serhildanên berê. Rêberê PKKê berî dest bi têkoşîna azadî û rizgariyê bike, li dersaxwe baş xebitîbû û bingeheke saxlem avêtibû. Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê berî dest bitêkoşînê bikin dijmin û civak baş analîz kiribûn. Gavên xwe jî li gorî wê avêtin. Di demeke ku Dewleta Tirk digot êdî kurd nemane, de birêz Abdullah Ocalan pêşengiya tevgereke modern dikir.
Dewlet ji bo ku tola xwe ji birêz Abdullah Ocalan bigire ew xist zindana li girava Îmraliyê. Dewleta Tirk digot, “Min kurd dabûn jibîrkirin, min li çiyayê Agirî Kurdistan binax kiribû. Lê Apo, ew kurdê dibin axê de derxist û zindî kir.” Lewma hewl dida xeyala kurd û Kurdistanê carek din di şexsêRêberê PKKê de binax bike. Lê ne birêz Abdullah Ocalan wekî rêberên serhildanên berê tevgeriya,ne jî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê teslîm bû. Ji heft saliyan bigire heya 77 saliyan li her derê seferber bû. Li her derê çalakî hatin lidarxistin. Gel rêberê xwe bi tenê nehişt. Birêz Abdullah Ocalan jî girava Îmraliyê ji xwe re veguherand dibistanekê û gav bi gav roj bi roj bingeha paradîgmayeke nû avêt. Dewleta Tirk li gorî xwe encam girtibû û li bendê bû têkoşîn belav bibe. Lê bi hewldan û têkoşîna li Îmraliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê xwe nûjen kir û ji berê xurttir û mezintir bû. Birêz Abdullah Ocalan bi perspektîfa Komara Demokratîk hem di Tevgera Azadiya Kurdistanê de guhertin pêk anî hem jî riya demokratîkbûnê xist rojeva Tirkiyeyê.
Tam sed sal piştî 15ê Sibata 1999an îro Rêberê PKKê bi perspektîfeke nû derdikeve pêşberî gelê kurd û raya giştî. Riya çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û demokratîkbûna Rojhilata Navîn nîşan dide. Dewleta Tirk a dixwest kurdan tune bike niha dibêje “Ez ê parêzvaniya gelê kurd bikim”, Devlet Bahçeli yê ku bi israr dixwest birêz Abdullah Ocalan were darvekirin niha qebûl dike ku pirsgirêka kurd heye û birêz Abdullah Ocalan jî rêberê gelê kurd e. Her wiha hemû derdor li bendêne birêz Abdullah Ocalan bidîmen bangewazî bike.
Kurdan navê roja reş li 15ê Sibatê kir. Di wê rojê de reş girê dan û xwarin û vexwarin li xwe heramkirin. Soz dan ku heya birêz Abdullah Ocalan azad nebe ew ê jî xwe azad nehesibînin. Sala borî girtiyên siyasî ji bo bal bikişînin ser tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan çalakiya neşandinanameyan, derneketina hevdîtina parêzer û malbatê, nevekirina telefonan pêk anîn. Dostên kurdan kampanyayeke navnetewî dane destpêkirin. Kurdan li herderê çalakî li dar xistin. Li hemberî vê yekê Dewleta Tirk polîtîkayeke dijberî kurd meşand. Çi hêz û derdorên ku bi wan re têkilî danî, xwest ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê alîkariya wê bikin. Bi Îran, Iraq û bi kurdên hevkarre, bi dewletên Ewropa re li ser dijberiya kurd xebatên dîplomatîk ava kirin. Hate wê astê ku ew amade ye li ser dijberiya kurdan bi Esad re wekî berê têkiliyan ava bike. Mixabin di dawiya dawîde neçar ma biçe Îmraliyê.
Rêberê PKK’ê di gelek axaftin û nirxandinên xwe de tîne ziman ku tolhilanîna wî ne bi awayekîklasîk e. Ew bi guhertina herikîna dîrokê tolê dihilîne. Hêj di dema tevgera komî de hinek hevalênwî ku dixwazin bi awayekî klasîk bankayan bişelihînin an jî balafiran birevînin rastî helwesta wî tên. Tîne ziman ku hewce ye ew li ser lîngan bimînin û tola hevalên xwe birêxistinbûna civakê hilînin. Niha jî em dibînin ku di hevditinên bi dewletê re de beyî ku kesek an jî komek hedef were girtinçareseriyeke ku hemû gel û civak qezenç bike pêş bixe.
Îro em dibînin ku tola sedsalan tê hilanîn. Bi pêşxistina Paradîgmaya Civakî ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaz a Jinê tenê ne li Kurdistanê li tevahiya cîhanê hêviyên avakirina jiyaneke azad û wekhev mezin dike. Tevgera Jin a Kurd bi felsefeya Jin Jiyan Azadî pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dike. Di her kêliyê de darbeyek li pergala qirker dixe. Di her gavê de parçeyekî jipergala kapîtalîst a dijberê civakê dike.
Sedsal piştre, polîtîkaya înkar û îmhayê vala derdikeve û kurd rola pêşengiya paradîgmaya azadiyê dikin. Navê vê tolhilanîna sedsalan e. Kurd amadekariya xwe dikin di 15ê Sibatên li pêşiya me de bi stranên azadiyê govendê bigerînin. Roja ku cilên reş perçe perçe bikin û cil û bergênpîrozbahiyê li xwe bikin ji her demê nêztir e.