24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TMMK: Di meha çileyê de kolberek mir û 2 kolber birîndar bûn

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha borî de kolberek jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bîlançoya meha çileyê ya mirin û birîndarbûna kolberên kurd belav kir.

Hat diyarkirin ku di meha çileyê de kolberek kurd li sînorê Bane ya rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî li sînorê Serdeşt û Merîwan birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, kolberê kurd ê bi navê Idrîs Nadirî li sînorê Bane ya rojhilatê Kurdistanê ji serma jiyana xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku kolberê bi navê Şahîn Resûl Pûr li sînorê Serdeşt di encama gulebarana raste rast a hêzên rejîma Îranê de birîndar bû, herwiha kolberê bi navê Mihemed Reîsî jî li sînorê navçeya Merîwan di encama îşkencekirin û lêdana ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bû.

Hêjayî gotinêye ku di sala 2024an de 51 kolberên kurd li rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên hêzên rejîma Îranê û sedemên cuda cuda jiyana xwe ji dest dane.