12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA’yê di dorpêça polîsan de qetilkirina rojnamevanan şermezar kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) qetilkirina  rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat li pêş avahiya DEM Partiyê ya Amedê di dorpêça polîsan de şermezar kir.

Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta rojnamegeran kir. Di êrîşê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Daxuyanî bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li pêş avahiya DEM Partiyê pêk hat. Gelek jin û rêveberên DEM Partî û DBP’ê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta reş ku li ser nivîsa “Dengê çapemeniya azad nayê qutkirin. Jin Jiyan Azadî” nivîsandibû vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray axivî û wiha got: “Hevalên me yên çapemeniyê her tim rastî êrîşan tên. Divê çapemenî azad be. Mafê tu kesî tune ku dengê çapemeniyê qut bike. Em dibînin ku li her derê êrîşî kurdan dikin. Niha jî bi hevkariya PDK’ê û bi destê AKP-MHP’ê li başûr qetilkirinê didomînin. Em dibêjin ev ne qeder e. Em vê yekê qebûl nakin. Ev qetlîam nîşan didin ku hûn hebûna kurdan qebûl nakin. Hûn mejbûr in gelê kurd qebûl bikin. Em ê her dem dengê xw-e bilind bikin. Bi komkujiyan, bi înkarê hûn nikarin gelê kurd qir bikin. Di sedsala 21’emîn de ev ji bo we şermeke mezin e. Li ku dibe bila bibe kurd dê her demê dengê xwe bilind bikin. Hûn de govendên kurdan, ne jî stranên kurdan qebûl dikin. Ev nayê qebûlkirin.

Piştî daxuyaniyê komê bê navber dirûşma  “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” berz kirin.

Piştre aktîvista Rêvebera DEM Partiyê ya Amedê Necla Korkmaz daxuyanî da. Dema Necla Korkmaz daxuyanî da balafirên şer bi nizmî di ser komê re firiya. Piştre polîsan xwest daxuyaniyê asteng bikin û gef li komê xwar ku daxuyaniyê qut bikin. Lê komê tevî gefên polîsan daxuyanî heta dawî berdewam kir.

Polîsan piştî demekê polîs ketin navbera girseyê û çapemeniyê û daxuyanî asteng kirin.  Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî û bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Çapemeniya azad bêdeng nabe” berz kirin. Komê bi çepik û tilîliyan dawî li çalakiyê anî.