Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakî û xwepêşandanan a 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku îsal bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” pêşwazî dike, da. TJAyê bernameya xwe ya 8ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir û got: “Li dijî qirkirina jin û zarokan, li dijî xizaniya jinan û talana ekolojîk em serhildana azadiyê vediguhêzin qadan û reng û gotina jinan civakî dikin.”
TJAyê destnîşan kir ku 8ê Adara îsal banga mezinkirina azadî û berxwedanê ye û ji bo îradeya jinan li her bajar û kolanan nîşan bidin dê li her derê çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Di heman demê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de hate ragihandin hat bibîrxistin û wiha hate gotin: “Mezinkirina têkoşîn û hêviyê ya ji her demê bêhtir bicoş û biîdiatir, soza têkoşîna jinan e. Werin em bi hev re tovê jiyaneke birûmet û azad a nû biçînin.”
Di daxuyaniyê de bernameya çalakî û xwepêşdanan wiha hate eşkerekirin:
Di daxuyaniyê de bernameya çalakî û xwepêşdanan wiha hate eşkerekirin:
Mitînga Amedê
Di 8ê Adarê saet: 11:00an de li Qada Stasyonê
Mitînga Wanê
Di 9ê Adarê saet: 11:00an de li Parka Mûsa Anter
Mêrdîn/Mîtînga Nisêbînê
Di 8ê Adarê saet: 12:00an de li Qada Newrozê
Mitînga Êlihê
Di 8ê Adarê saet: 11:00an de li Parka 8ê Adarê
Şirnex/ Mitînga Silopiyayê
Di 7ê Adarê saet: 12:00an de li Qada Newrozê
Mitînga Dêrsimê
Di 8ê Adarê saet: 12:00an de li Qada Seyîd Riza
Mitînga Edeneyê
Di 8ê Adarê saet: 14:00an de li Qada Stasyonê ya Ugur Mumcu
Mitînga Mêrsînê
Di 7ê Adarê saet: 14:00an de li Kêleka Parka Aştiyê
Bajarên ku dê şahî lê werin lidarxistin
Şahiya Bazîdê
Di 8ê Adarê saet: 11:30an de li Eywana Dawetan a Prensesê
Şahiya Îdirê
Di 8ê Adarê saet: 12:00an de li Avahiya DEM Partiyê ya Bajar
Şahiya Tetwanê
Di 9ê Adarê saet: 13:00an de li Eywana Aşiyan
Şahiya Dîgorê
Di 3ê Adarê saet: 12:00an de li Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê
Şahiya Qersê
Di 8ê Adarê saet: 10:00an de li Eywana Dawetan a Anatoryumê
Şahiya Colemêrgê
Di 8ê Adarê saet: 11:00an de li Eywana Dawetan a Sefayê
Şahiya Xelfetiyê
Di 5ê Adarê saet: 11:00an de li Qada Parkê ya 4’ê Nîsanê
Şahiya Curnê Reş
Di 7ê Adarê saet: 12:00an de li Kêleka Mala Bêhnvedanê ya Jinan
Şahiya Sêrtê
Di 8ê Adarê saet: 13:00an de li Pêşiya Avahiya DEM Partiyê ya Bajar
Şahiyên Mûşê
Di 8ê Adarê saet: 11:00an de li Parka Goletliyê
Şahiya Gimgimê
Di 6ê Adarê saet: 19:00an de
Şahiya Qereyazi ya Erziromê
Di 7ê Adarê saet: 13:00an de li Eywana Dawetan a Temayê
Şahiya Geverê
Di 7ê Adarê saet: 11:00an de li Eywana Dawetan a Tekçeyê
Civîn û meşên jinan (tevî platforman)
Şahiya Stenbolê
Di 8ê Adarê saet: 13:00an de li Qada Îskeleyê ya Kadıikoyê
Şahiya Îzmîrê
Di 8ê Adarê saet: 15:30an de li Pêşiya Parka Sumerê ya Berê (Konak ÎZSU)
Şahiya Enqereyê
Di 8ê Adarê saet: 15:00an de li Kolej Metro
Şahiya Rihayê
Di 8ê Adarê saet: 13:00an de li Nova AVM
Şahiya Semsûrê
Di 8ê Adarê saet: 12:00an de li Parka Koşuyê