Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mêrsînê qetilkirina rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku ji aliyê balafirên şer ên bê mirov ên Tirkiyeyê di 23’ê Tebaxê de pêk hat şermezar kirin.
Komê di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya azad bêdeng nabe.” Vekirin. Di çalakiyê de parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, rêveberên ÎHD’ê, rêxistina TÎP’ê ya Mêrsînê û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Komê bê navber dirûşmeyên, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Jin jiyan azadî”, “Zext me têk nabin” “Li dijî faşîzmê mil bidin mil” û “Bijî berxwedana çapameniyê” berz kirin.
Endama Komeleya Rojnamegerên Jin a Mêrsînê Ceren Înan, kuştina rojnamegerên jin şermezar kir û wiha got: “Îktidara AKP-MHP ji bo polîtîktaya şer pêş bixe li pey xeyalê Neo-Osmanî ne. Em pênûsa çapemeniya azad li erdê nahêlin.”