Gelên cîhanê ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amadekariyê dikin. Li Tirkiyeyê îsal 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê di atmosfera Pêvajoya Aştî û Civaka Demoratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû despêkirin, bê pîrzokirin. Jinên ku her tim di pêşengî û avakariya aştiyê de bi israr in, ji bo daxwaza aştiyê wê li qadan bin.
Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di 29ê Tebaxê saet di 18.00ê de dê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Sûrê ya Amedê “Kursiya Aştiyê” bê danîn. Pişt re dê “Zîncîra Aştiyê” bê avakirin û ji bo zarokan çalakiya boyaxkirinê bê lidarxistin.
Aktîvîsta TJAyê Nûr Aytemur têkildarî çalakiyê agahî parve kir û diyar kir ku dê bi laçika spî ya sembola aştiyê ve “Zincîra Aştiyê” ava bikin. Nûr Aytemûrê, destnîşan kir ku dê di “Kursiya Aştiyê” de daxwazên jinan qeyd bikin û encamên axaftinan jî pêşkeşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bikin.
Nûr Aytemûrê, wiha domand: “Armanca me ew e ku em êrişên li dijî jinan veguhezînin Meclisê û çareser bikin. Em ê daxwazên jinan rapor bikin, pêşkêşî komîsyonê bikin û bişopînin.”
Bi domdarî Nûr Aytemûrê destnîşan kir ku aştiyeke ku jin tundiyê nabînin, zimanê xwe bi awayeke azad karibin biaxivin dixwazin û wiha pê de çû: “Aştî tê wateya ku jin neyên qetilkirin, destdirêjî li zarokan neyê kirin. Herwiha aştî azadiya hevalên me yên ku bêheq û hiqûq li girtîgehan de ne. Em aştiyeke birûmet, adilane û wekhev dixwazin.”
Nûr Aytemûrê, diyar kir ku ji bo aştiyê hewceyî bi kedeke zêde heye û ev tişt anî ziman: “Civaka demokratîk li tax û kolanan de tê avakirin. Em wek tevgera jinên Kurd, bawer in ku divê aştî li kolanan bê birêxistinkirin.”
Nûr Aytemûrê herî dawî jî bang li hemû jinan kir ku tev li çalakiya aştiyê ya li Sûrê bibin.
ÇAVKANÎ: AJANSA MEZOPOTAMYA