Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya peyama dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku îro bê parvekirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da çapemleniyê. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, axivî û wiha got : “Ji bo daxuyaniyek dîrokî em li vir in. Em ê li Qada Şêx Seîd ji bo peyama Birêz Abdullah Ocalan temaşe bikin kom bibin.
Şandeya Îmraliyê 3 caran diçe hevdîtinan dike. Îro hemû cîhan li benda vê peyamê ye. Ji bo aştî, azadiyê, hemû gelê Kurdistan û Amedê li benda vê peyamê ye. Ji bo aştî û wekheviyê dê mafdariya birêz Abdullah Ocalan îro aşkere bibe. Em hemû gelên ku aştî û azadiyê dixwazin em ê li qada Şêx Seîd kom bibin. Em bang li hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin ku li vê qadê kom bibin. Em vê peyama xwe ya aştî, azadiyê bigînin hemû cîhanê. Dîsa em mafdariya birêz Abdullah Ocalan ji cîhanê îlan bikin. Em dubare bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo aştî, aramîe û demokrasiyê li qada Şêx seîd kom bibin.”