Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Bihêvî me ku bi dilê we bin. Her wiha em dixwazin, ji kerema xwe hûn tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin da ku em wan biweşînin.
- Mamê mino mamanî
Bi roj bela ye
Bi şev kela ye
Kî dizane ev çi ye?
- Tiştek min heye
Bi roj xulam e
Bi şev xanim e
Hûn dizanin çi ye?
- Tiştek min heye
Şevê razam hewş tijî bû
Sibê rabûm yek jê nebû
Ew çi ye gelo?
Bersivên me ev in:
1-Nivîn, livîn
2-Gêzik, melkes, sivnik
3-Stêrk
Çavkanî: Mamikên Botanê bi berhevkariya Rênas Xendekî û Dildar Botî