Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine . Bi hêvî me ku bi dilê we bin. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe, tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin da ku em wan jî biweşînin.
1- Mamê Mino mamanî
Gayê kejo li hewa diajo
Kî dizane ew çi ye?
2- Tiştek min heye
Gayê kilo heft çilo
Hûn dizanin çi ye?
3- Tiştek min heye
Gayê sor gayê reş alast
Ev çi ye gelo?
Bersivên me ev in:
1- Moz 2- Pîvaz 3- Agir û beroş
Berhevkar: Hilmî Akyol