Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Bi hêvî me ku bi dilê we bin. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin da ku em wan jî biweşînin.
1- Mamê Mino mamanî
Qesra spî bê derî
Kî dizane ev çi ye?
2- Tiştek min heye
Bi şev bûk e
Bi roj pepûk e
Hûn dizanin ev çi ye?
3- Tiştek min heye
Bûka mîrê Hesena
Kumê Hûtik
Tijî nûtik
Ev çi ye gelo?
Bersivên me ev in:
1- Hêk 2- Lembe, çira 3- Hejîr