Qerf, henek an wekî dibêjin yarî di nav ziman û çanda kurdî de xwedî cihekî taybet in. Lewre divê em xwedî li vê çandê derkevin û em nehêlin ku wenda bibe. Ji aliyekî din ve bi vî awayî em zimanê xwe li ber dilê zarokên xwe şîrîn dikin. Di nav kurdan de berê di civat û şevbihêrkan de gelek caran ev mamik an jî tiştanok dihatin pirsîn û bersivandin. Bêguman demên berê ne wekî niha bû; civat digeriya, gundî li hev diciviyan û şevbihêrkên xwe bi hev re derbas dikirin. Di van şevbihêrkan de çîrok, stran, pêkenî, mamik û zûgotinok dihatin gotin. Pirsîna mamikan wekî pêşbirkekê bû. Kesê ku pirsa xwe dikir, bi vê hevokê dest pê dikir û digot: Tiştek min heye (pesnê tiştekî dida û paşê digot) kî dizane ew çi ye?
Kî dizane ev çi ye?
1- Xişt û mişt çû dergehê rûnişt
2- Koka wê di erdê de ye, nava wê di dîwar de ye û serê wê di mirov de ye?
3- Koleyek tê ji deştê barê striyan li piştê.
4- Kaniya qinê qinê, mîr û beg dest didinê.
[accordions]
[accordion title=”Bersivên mamikan ev in:” load=”hide”]1- Melkes, gezik. 2- Genim. 3- jîjo. 4- Poz.[/accordion]
[/accordions]