Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Bi hêvî me ku bi dilê we bin. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin da ku em wan jî biweşînin.
1-Tiştek min heye
Çar ling e
Çav spehî ye
Tenişt belek e
De bêjin ew çi ye?“
2-Tiştek min heye
Çarsim axa
Li nav taxa
3-Tiştek heye
Çavek heye, serî nîne
Ew çi ye?
Bersiv: 1 – Xezal, 2-Ker, 3-Derzî
Çavkanî: Mamikên Botanê
Berhevkar: Rênas Xendekî û Dildar Botî