Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê Cotmehê de kongreya xwe pêk bîne. Dê kongre bi beşdarbûna gelek partiyên kurd û kesên ji dervê welat beşdar bibin. Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên parlementerî û serokkomariyê, bi gel gelek civîn li dar xistin. Di van civînan de gel rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Partiyê jî li ser esasê rexneyên gel ji bo pêşerojê xwe amade kir. Armanca yekemin a partiye ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtîgehan bi dawî bibe. Li aliye din dê ji bo zimanê kurdî jî têkoşînên xwe xurt bikin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî der barê kongreya ku di 15’ê Cotmehê de pêk bê ji rojnameya me re nirxandin kir.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, di destpêkê de diyar kir desthilata AKP-MHP’ê hewldane ku ew weke partî nekevin hilbijartinê û wiha got: “Di demeke kin de hilbijartineke giştî pêk hat. Di vê hilbijartinê de Partiya me gelek deng winda kir. Ji ber windakirina dengan rexneyên gel pir zêde bûn. Beriya hilbijartinê me digot ev hilbijartin, hilbijartinekî dîrokiye. Armanca me ya yekemîn di vê hilbijartinê de tekçûna AKP-MHP’ê bû. Em gelek nêzîkî vê armancê bûbûn. Lê em di vê hilbijartinê de negîştin armanca xwe. Hilbijartin ji bo me ne ew qas hêsan bû. Em di bin şert û mercên gelek giran de ketin hilbijartinê. Derheqê partiya me de doza girtinê hatibû vekirin. Desthilatê dixwestin ku em nekevin hilbijartinê. Lê ew jî negihîştin armanca xwe. Em li ser navê partiyeke nû ketin hilbijartinê. Elbet kêmasî çebûn. Partiya Çepên Kesk, zêde nehatibû naskirin. Me jî baş neda naskirin. Em di vir de kêm man. Lê dîsa jî êrîşan peşiyame nebirîn, dîsa em ketin hilbijartinê. Me ser navê Tifaqa Ked û Azadîyê ji sedî 10,5 dengan girt û 65 parlementer şand parlamentoyê.”
Qedeya siyasetê
Tîryakî bal kişand ser girtin û binçavkirinan û got: “Wê demê gelek hevalên wan bi awayekî bêhiqûqî hatin binavkirin, girtin. Vê yekê jî bandorek neyînî kir. Dîsa ji bo 451 hevalên me qedexeya siyasetê dihat xwestin. Gelek hevalên me yên bi navdar nebûn namzet. Gelek hevalên me girtî ne. Hevalên me yên ku xebatê hilbijartinê didan meşandin kêm bûn. Lê vê yekê jî peşîya me nebirî. Dîsa desthilatê dixwest ku alîkarîya xezîneyê bibirin. Serî li Dadgeha Destûra Bingehîn xistin. Dadgehê berê li dijî me biryarek sitand. Bi tekoşîna hiqûqê me vê biryarê jî da rakirin. Weke ku em dizanin her roj hevalên me dihatin binçevkirin, girtin û dihatin cezakirin. Lê dîsa jî me hewl da ev ji bo mene asteng.”
Negihiştin armanca xwe
Tîryakî, bi lêv kir ku wan piştî rexneyên gel li gelek navend, navçe, bajarok û li gelek taxan bi gel re gelek civîn pêk anîne û wiha axivî: “Em qet behsa şerê taybet jî nakin. Em di van şert û mercên giran de ketin hilbijartinê. Lê ev şertên giran ji bo me nabe hincet. Ev rastiyeke ku dengên me ketine û em negihîştine armanca xwe. Teqez em ê ji van dengên ketî gelek dersan derxin. Cudatiya me ji partiyên ev e ku em ê li dijî pergalê bisekinin. Weke ku em jî dizanin piştî hilbijartinê Hewserokên HDP’ê daxuyaniyek dan. Kemasî qebûl kirin. Gotin em ê partî bibin kongreya mezin û di vê kongreyê de em ê nebin namzet. Piştî vê daxuyaniyê lijne û komîsyona navenda partiyê civiyan. Di van civînan de me gelek biryar sitend. Me li her bajar, navçe û bajarokan civîna reweberî û civînên bi gel re pêk anîn. Tenê 600 civînên gel pêk hatin. Di van civînan de gelek rexne, nerîn, peşniyar, daxwaz hatin ziman. Piştî van civînan li ser naverokê peşniyara me li Enqereyê kargehek çêkir. Ev jî têr nekir me li her bajarî konferans pêk anîn. Piştî vê jî li Enqereyê me konferansek navendî pêk anî.”
Xebateke dorfireh
Bi domdarî Tîryakî anî ziman ku wan ji civînan hêzeke gelek mezin girt û wiha qal kir: “Ev civîn teqez ew ê peşiya me vekin. Em ê di hilbijartinên herêmî de bi van peşniyaran derkevin pêşberî gel. Me dît ku di rojeva gelê me de tecrît heye. Ev rojev xaleke grîng e. Gelê me dixwaze dengê Birêz Ocalan seh bike. Baweriya gelê me ew e ku Birêz Ocalan Aktorê çareseriyê ye. Ji ber wê yekê jî di peşêroja nezîk de çareserkirina pirsgeraka tecrîtê ew ê bive rojeva me ya herî grîng. Navenda partiyê hê jî dîrok, cih, teşeyê çalakî û xebatan diyar nekiriye. Gelek caran hê jî ji bo xebatên bi vî awayî nîqaşên me didomin. Piştî van niqaşan em ê biryar bigirin û van biryaran bi piştgiriya gelê xwe bidin jiyîn. Ji bo tecrît bişkê em ê xebateke dorfireh û bibiryar bimeşînin.”
Tevli bûna kongreyê
Di berdewama axafina xwe de Tîryakî da zanîn ku dê kongreya xwe li Salona Sporê ya Ataturk pêk bînin û wiha pêde çû: “Bi deh hezaran kes di salonê de bi cih dibin. Ji bo tewlibûnê jî em xebatek dimeşînin. Ji kîjan bajar ew ê çend kes tev li kongreyê bive, em niha amadekariyê wan dikin. Em niha ji bo ewlehiya salonê jî pêşiya gelek tiştan digirin. Ji bo ku ev xebatên me pêk bên em di nava hewldayînên gekek mezin de ne û xebatan didin meşandin. Xebateke dinê jî diyarkirina meclîs û lijneyên navendî ne. Komîsyon ji her bajarî serîlêdanan digire. Pêşniyara bajaran, her saziyên dost û kesayetan distîne.”
Vekirina deriyê yekîtiya kurdan
Tîryakî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xebateke wan a dinê jî bi destê Komîsyona Dîplomasiyê tê meşandin û ev tişt got: “Ji Ewropa, Afrîkaya Bakur, Asya û Rojhilata Navîn, ji her çar alîyê cîhanê gelek partî dê tevli kongreyê bibin. Em ê şendeyekê jî bişînin başûrê Kurdistanê. Em dixwazin rû bi rû partiyên başûrê Kurdistanê beşdarî kongreya me bibin. Armanca me ya beşdarbûna partiyên Kurdistanê vekirina deriyekê yekitiya kurdan e. Rojevên partiya me gelekin. Lê çareserkirina pirsgirêka kurd her tim bûye rojeva yekemîn. Ji îro û şûnde jî dê bive rojeva me ya yekemîn. Ji bo ku bingeha diyalogê qut nebe, em dixwazin pirsgirêka kurd jî bi rêyeke demokratik çareser bikin. Desthilata tirkiyeyê vê tişta hanê qebûl nakin. Ji bo ku bê qebûlkirin, em ê jî israr bikin. Em ê xwe bigihînin her tax û malan. Em ê dest ji têkoşîna edaletê û mafê zimanê kurdî bernedin. Ne tenê li parlamentoyê li her qadê em ê vê tekoşînê bimeşînin.”