Tam 40 sal berê di 15’ê Tebaxa 1984’an de HRK’ê di pêşengiya Mahsum Korkmaz de li dijî artêşa tirk guleya yekemîn teqand û bi awayekî fermî şerê çekdarî/leşkerî da destpêkirin. Çalakiya ku Mahsûm Korkmaz (Egîd) li navçeya Dihê ya Sêrtê pêk anî piştî demekê li hemû cîhanê deng veda.
Rayedarên dewletê gotin ‘Çend kesên xwe nas nakin. Em ê di 24 saetan de biqedînin. 24 saet bû 48 saet, bû 72 saet, hefte, meh. Demsal û sal borîn. Lê PKK û şervanên PKK’ê neqediyan. Bêtir mezin bûn û li hemû cîhanê belav bûn. PKK û şervanên wê tam 40 sal in li dijî pergala mêtingerî, dagirkerî û serdestan şer dike. Çeteyên herî hov ên mîna DAIŞ’ê têk birin. Gelê kurd bi cîhanê da naskirin. Êdî gelê cîhanê PKK û YPG-YPJ’ê ji bo xwe mînak digire. Wekî pêşeng dibîne. Akademîsyen û perwerdekar û endamê Yekitiya Rewşenbîren Sûriyeyê Bawercan Arî pirsên rojnameya me bersivand.
Mirov dikare 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd çawa şirove bike? Gelê kurd wekî roja vejînê pênase dikin çima?
Ez di serî de li ser dîrok û erdnîgariya Kurdistanê çend tiştan bibêjin. Di erdnîgariya cihanê de xwedî cihekî pir taybet e. Di aliyê sererd û binerd ên manevî û maddî de pir dewlemend e. Mînak genim berhemê axa Kurdistanê ye û îro li cîhanê belav bûye. Heya îro her kes nanê Kurdistanê dixwe. Bawerî jî zanist jî li vir li cîhanê belav bûye. Ji ber vê girîngiyê her tim bûye qada şer. Her kes dixwaze vê axê bike ya xwe. Ji berê de yên karibin bibin hakimê Kurdistanê dibin hakimê cîhanê. Beriya 15’ê tebaxê rewşa cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn, 2 hêzên mezin derketin. Yek hêza Varşova bû. Ya din hêza NATO bû. Li Tirkiyeyê jî bi taybet piştî salên 1970’yî, ji bo parastinê hêzek leşkerî ya xurt derket. NATO û Varşova alîkariya kurdan nekirin. Dewleta tirk her cureyên zorê li ser kurdan da meşandin. Ji bo kurdan bê vîn bihêle û ji azadiyê bêpar bihêle. Wî tune bike di her aliyê jiyanê de siyaseta tunekirin û qirkirinê li ser kurdan meşand. Piştî peymana Sykes Pîcot dewletên ku Kurdistan parçe kirin. Polîtîkaya taybet meşand. Ji bo hebûna xwe gelê herêmê tune kirin. Got ‘Min gelê kurd xist bin betonê da ku careke din serê xwe raneke.’ Lê tevgera azadiya Kurdistanê di nava vê zor û zahmetiyê de derket holê. Tevger çiqas ji nava zor û zahmetiyê derket ewqas bi hêz bû. Beriya 15’ê tebaxê gava herî wêrek di 26-27’ê Mijdara 1978’an de bi avakirina PKK’ê avêt. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yî, êşek din dest pê kir. Endamên PKK’ê girtin û li Zindana Amedê îşkenceyek giran li wan kir. Ji ber ku ev kes ji bo gelê kurd bûn hevî, wan girtin û xwestin bi îşkenceyê vê heviyê vemirînin û teslîm bigirin. Lê berxwedana li Zindana Amedê bû mînaka cîhanê. Bi taybetî berxwedana şehîd Mazlum Dagan, Xeyrî, Kemal û Ferhat… di rojên pir pir teng de borîn û bi ser ketin. Bi vê berxwedanê careke din ruhê kurdan nû kirin. Hêzek da berxwedanê. Vê hêzê berxwedan derxist derveyî zindanan. Berxwedan gîhand çiyayên Kurdistanê. Li çiyayan bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) artêş ava kir.
Piştî çalakiyên 15’ê Tebaxê gotin “Di nava çend saetan de em ê biqedînin? Lê 40 sal borîn. Çima nikarin biqedîne. Şervanên kurd hêza xwe ji ku digirin?
Beriya 15’ê tebaxê dewletê digot ‘Min kurd xist bin betonê û careke din ranabe. Lê 15’ê tebaxê bû ew hêz û enerjiya ku ji nû ve gelê kurd ji mirinê û ji bin betonê rizgar kir. Pêngava 15’ê Tebaxê kurd ji mirinê rizgar kir. Kesayeta kurd careke din lê vegerand. Di 15’ê Tebaxê ji kuştina çend leşkeran zêdetir armanc cuda bû. Bi pêngava 15’e tebaxê re kesayeta tirsonek a di hişê kurdan de kuşt. Tirsa koletiyê kuşt. Li şûna tirsê wêrekî, li şûna koletiyê daxwaza têkoşîna azadiyê pêş xist. Ji ber vê yekê kurd vê rojê wekî “Roja Vejînê” pênase dikin. Roja avakirina mirov û civakek nû ye. Tevgera guhertina qedera gelê kurd e. Wekî ku bindestî qeder be hatibû ferzkirin. Bindestî wekî emrê Xwedî dabû qebûlkirin. Lê vê tevgerê ev qeder guhert. Hişt ku em bêjin koletî ne qeder e û divê em ji bo azadiyê têbikoşin. Ya herî girîng jî jin tev li têkoşîn û rêxistinê kir. Di tevlêbûna jinê de guhertinek gelek mezin pêş xist.
Hikûmetê ji bo 15’ê Tebaxê çi gotin?
Tê bîra min piştî 15’ê Tebaxê Serokwezîr Turgut Ozel derket û got: “Ev çend serserî ne. Êrîşî saziyên dewletê kirine. Lê leşkerên tirk dê di nava çend saetan de wan biqedîne. 24 saet bûn 48 saet, 72 saet, çend roj, çend hefte, çend meh û sal derbas bûn. Piştre dîsa derket û got ‘Ev hêzên leşkerî ên girêdayî PKK’ê ne’. Lê PKK ji wê rojê heta îro 40 sal in her ku diçe mezin dibe, bi hêz dibe û têdikoşe. Dewleta tirk ji wê rojê heta îro 40 sal in nikare vê hêzê tune bike.
Hêza xwe ji ku digirin?
Tê zanîn ku dewleta tirk endamê NATO’yê ye. Tirkiye di NATO’yê de hêza duyemîn û di asta cîhanê de hêza pêncemîn e. Hemû çekên qedexe û teknîka pêşketî bikar tîne. Lê dîsa nikare şervanê kurd tune bike. Li dijî vê yekê di destê şervanê kurd de rastî û edaleta vê dozê heye. Bawerî û vînek xurt a bêsînor heye. Baweriya wan a bi doza wan û azadiya gelê wan heye. Aşiqê azadiyê ne. Li gorî pîvanên gerîla şer dikin. Gerîla dem û cihê şer diyar dike. Rêvebirina şer di deste gerîla de ye. Ji ber vê yekê dewlet nikare di şerê li dijî gerîla de encamê bigire. Heta niha ev tevger tune nebûye. Berovajî wê mezintir bûye. Êdî gelên din jî piştgiriya tevgera azadiya Kurdistanê dike.
Ji 15’ê Tebaxê heta niha di artêşbûnê û rêbazê şer de di tevgera gazadiyê de çi hat guhertin?
Di bin navê Hêza Rizgariya Kurdistanê (HRK) dest bi şer kirin. Di çalakiya 15’ê Tebaxê ya li Dihê de gelek leşker kuştin û gelek çek bi dest xistin. Propaganda xwe jî kirin. Piştî Egîd di 28’ê Adara 1986’an de şehîd ket, ji HRK’ê bûn artêş. Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) ava kir. Îro jî bi navê Hêzên Parastina Gel (HPG) tên naskirin. Ev jî guhertinek stratejîk e. Berê armanc avakirina dewletekê bû. Kurdistanek serbixwe û azad bû. Dît ku dewlet bi xwe pirsgirêk e. Ji ber vê yekê jî li gorî pîvanên Neteweya Demokratîk tev geriya. Yek ji mil û pîvanên Neteweya Demokratîk xweparastin e. Ji ber vê yekê Hêza Parastina Gel (HPG) ava kir. Parastin erkek jiyanê ye. Parastin erkeke rewa ye. Ji bo jiyanê parastin lazim e. Di dîrokê de gava yekemîn artêşbûna jin ava kir. Ji her alî de ji bo edalet, wekhevi û azadî pêk bê divê jin azad bibe. Ji bo azadiyê jin kirin artêş. Artêşbûna jinê pêş ket. Ev di dîroka mirovahiyê de gavek nû ye. Ji bo jin karibe bigêje hêza xwe, ji zilam zêdetir pêdiviya wê bi artêşbûnê heye. Bi taybetî piştî berxwedana şehîd Berîtan di sala 1992’an de êdî rê li pêş artêşbûna jinê vekir. YAJK’ê ava kir. Bi girêdana welat û welatparêziyê ve bêsînorî heye. Kî tev li YAJK’ê bibe, divê ji pîvanan venegere. Wan ev li her derê îspat kir. Ronahî, Bêrîvan Zekiye Alkan, Zîlan, Bêrîtan û hwd. di her qadê de ev pêş ket. Israra jinê ya di şer de ye. Tim gotiye divê ez di şer de hebim.
Ji 15’ê tebaxê heta niha di civaka kurd de guhertinek çawa pêş ket?
Guhertinên mezin û girîng pêş ketin. Di her mile jiyanê de guhertinên mezin pêş xist. Milê siyasî, leşkerî, civakî û dîplomasî de guhertinên girîng pêş ket. Ji sedî 80 zêdetir gundî ne. Li gundan dijîn. Sewalkarî û cotkariyê dikin. Ev kesên karker, cotkar, şivan û gavan tev bûne şoreşger. Ev guhertinek gelek mezin û pîroz bû. Dîsa jin berê tenê zarok çêdikir û xizmeta malê dikir. Lê îro azad bûye û têkoşîna azadiyê dide. Pêşkêşiya şoreşê dike. Ev guhertin di cîhanê de mînak e. Ev mînak li Rojava di her alî de dikeve meriyetê. Hemû bawerî û reng bi hevre dijîn. Pergala hevserokatiyê pêş ket. Di cîhanê de mînak e. Tenê zilam bi rêve bibe serkeftin nîne. Ev guhertin bi fikr û felsefeya Rêberê Mirovatiyê û xwîna şehîdan pêk tê.
Berê tenê artêşê bi şervanên azadiyê re şer dikir, lê niha artêşa tirk, NATO û çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Çima?
Dewleta tirk endamê NATO’yê ye. Bi hêza NATO 40 sal in li diji tevgera azadiyê şer dike. Têkoşîna azadiye piştî 90’î ji sînorê Kurdistanê derket. Bû nûnertiya hemû şoreşgerên cîhanê. Bû heviya hemû azadxwazên cîhanê. Ji cîhanê hatin beşdarî tevgerê bûn. Gelek ji wan di çiyayên Kurdistanê şehîd bûn. Gelek ji wan li çiyayên Kurdistanê perwerde bûn û çûn li welatên xwe têkoşîna şoreşê didin. Tevgera azadiyê bûye heviya hemû cîhanê. Ji ber vê yekê NATO bi hemû hêza xwe alîkariyê dide Tirkiyeyê. NATO ji bo berjewendiyên xwe welatan dike maşikê xwe.
Gelek caran PKK’ê yek alî agirbest ilan kir, lê çima dewlet ji bo çareseriyê gavan navêje?
Di 1993’yan de piştî êrîşa mezin a Tirkiyeyê ku li ser başûrê Kurdistanê pêk anî, Serokkomar Turgut Ozal fam kir ku bi şer nikare tevgera azadiyê tune bike. Ozal berjewendiyê hemû gelê xwe li ber çavan girt û li çareseriyê geriya. Wê demê Mam Celal nameyek ji bo Rêber Apo şand. Rêber Apo jî got ‘Ozal rast dibêje, armanca me jî ne şer e. Di Newroza 1993’yan de şer da rawestandin. Lê yên Kurdistan parçe kirine dewletên NATO’yê ne. Şer jî û çareserî jî di destê NATO’yê de ye. Hêzên NATO qebûl nake ku pirsgirêk çareser bibe. Di hundirê NATO’yê de odeya şerê taybet heye. Li gelek welatên cîhanê rêxistinên veşarî girêdayî vê odeya şerê taybet e. Hêzên tarî girêdayî vê odeyê ne. Ji ber aştî pêş nekeve Ozal kuştin. General Eşref Bîtlis kuştin. Ji ber odeya şerê taybet a NATO’yê aştî nexwest. Piştre dîsa şer hat rawestandin. Komên aştiyê ji Qendîl û Ewropa şandin Tirkiyeyê. Lê e kom girtin û avêtin zindanan. Firsenda çareseriyê nedan tevgera azadiyê.
Herî dawî di navbera salên 2013-2015’an de pêvajoya diyalogê dest pê kir. Çima Tirkiye ev pêvajo erênî nenirxand?
Di van salan de tevlêbûna partiyê gelek zêde bû. Serhildanên gel pêş ketin. Giraniyek li ser dewleta tirk çêbû. Dewleta tirk mecbûr ma ku diyalogê pêş bixe û li çareseriyê bigere. Hin gav avêtin. Lê piştî şoreşa Sûriyeyê dewleta tirk ev ji bo xwe kir hincet û ev diyalog da rawestandin. Aloziya hundirê Tirkiyeyê derxist dervê sînor. Şoreşa Sûriyeyê ji bo xwe kir hinceta êrîşan. Li wir çete pêş xist û ev çete li dijî şoreşê bikar anîn.
Îro tecrîd heye çima di tecrîdê de israr dike?
Beriya tecrîdê komplo heye. Sedema komployê çi ye. Ne wekî şexs û kurdek e. Ji ber ew nûnerê hebûn û çanda van gelan e. Hemû hêz û daxwaza gelên Rojhilata Navîn di xwe de vedihewîne. Ew nûnerê çanda gelan e. Hem Tirkiye û hem NATO li ser gelan qirkirinê ferz dike. Lê birêz Ocalan gelan zane û bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê komplo çêkir û îro tecrîd dike. Tecrîd dewama komployê ye. Tecrîd li ser azadî, çand û hebûna hemû gelan e. Ji ber vê yekê hemû gel dibêjin ‘Bê Serok jiyan nabe. Em azadiya fizîkî dixwazin.’ Fikrên wî azad in. Li cîhanê belav dibe. Ji bo di kolekirin û talankirina gelan de israr dikin tecrîdê didomînin. Dixwazin gelan bêserok bihêlin. Dixwazin bedenek bêserî bihêlin. Dema bi awayekî fizîkî azad bibe, dê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bike. Ji bo pirsgirêk çareser nebin, Tirkiye bi fermana NATO’yê tecrîdê israr dike. Ji bo vê yekê divê em têkoşîna azadiya fizîkî xurt bikin.
Tevgera azadiyê bi şerê li dijî DAIŞ’ê di nava gel de ruh û baweriyek çawa ava kir?
Tê zanîn DAIŞ hêzek hovane ye. Hêzek xwedî bawerî ye. Ji mirinê natirse. Dibêje yan ez ê te bikujim an jî ez ê bêm kuştin û biçim bihuştê. Tu hêz rû bi rû li dijî DAIŞ’ê nikare şer bike. Ne Rûsya ne jî Amarîka nikare li dijî DAIŞ’ê şer bike. Ev li pêş çavan e. Mûsil û Reqa di çend saetan de dagir kir. Çû ku hêz li pêş xwe nedît. Tenê yê bi DAIŞ’ê re rû bi rû şer kir û DAIŞ şikand şervanê kurd in. Ev bawerî û ruhê ku DAIŞ şikand ruhê 15’ê Tebaxê û têkoşîna zindana Amedê ye. Vê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ruhekî nû baweriyek nû, baweriyek pir xurt di nava gel de ava kir. Ruhê berxwedan û têkoşînê xurt kir. Berê me wêneyên Che Guevara li ser cilê xwe dikir. Me ew wekî şervanê cîhanê didît. Lê niha em pêşengiya gelên cîhanê dikin. Êdî gelên cîhanê wêneyên YPG, YPJ li ser cilên xwe dikin. Em gelên paşmayî bûn. Îro em pêşengiya gelên cîhanê dikin. Em îro pêşengiya şoreşa cîhanê dikin. Êdî hemû cîhan hêza me dibîne.