12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirko marên me jî dizîn

Dizî û talana li ser nirx û çanda kurdî ya sed sal in bi destê dewleta tirk didome gihişt asta dizîna nirxên kurdan ên kevneşopar û efsanewî.

Gava em zarok bûn li salona me bi dîwarê li hemberî deriyê têketinê wêneyekî mezin ê şahmaranê hebû. Me çavên xwe bi dîtina şahmaranê li jiyanê vekir. Her gava em di deriyê salonê re diketin hundir wê em bi dilovanî, rûkenî û xweşikiya xwe pêşwazî dikir. Me ti carî xerîbiya hebûna wê ya li mala me nekişand û me ew herdem wek endameke ji malbata xwe pejirand. Ew dibû şahidê jiyana me ya malbatî ya tevî dilxweşî û êş û janên me û gava me li awirên wê dinêrî, me hemû êş û azarên xwe, kul û derdên xwe bi wê re par ve dikir, wê jî bi sebr li me guhdarî dikir û bi çîroka xwe ya dilbiêş rê nîşanî me dida. Dibe ku ji ber vê yekê ye hezkirina Kurdistanê û têkoşîna di riya rizgariya Kurdistanê de bi çavlêketina şahmaranê dest pê kir û heta roja me hat. Îro çavên me li şahmarana me digere, lê mixabin dagirkeriya tirk dizekiya xwe dirêjî vî nirxê me jî kir…

Li ser Netflixê rêzefilmek bi navê Şahmaran wek rêzefilmeke tirkan tê pêşandan. Film ji aliyê Pinar Bulut ve hatiye nivîsîn, lê ji pirtûka Emîne Bûzkan hatiye wergirtin. Emîne Bûzkan li Ceyhanê, Pinar Bulut li Duzceya Tirkiyeyê hatine dinyayê.

Di vî rêzefilmî de gelek navên kurdî yên hatine bikaranîn, bê ku were gotin,“ev nav kurdî ne“ hema wek navên tirkî bin hatine bikaranîn û ji xwe qet qala kurd, kurdî û Kurdistanê nayê kirin. Wek mînak: Navê keça serleheng a ciyê şahmaran girtiye “Şahsû“ ye, Navê lawikê leheng “Maran“ e, navê xwişkên Maran “Dibe-Diba“ û “Bike“ ye. Dîsa navên wek “Çavgeş“, “Here- Hare“, “Gul“, “Cîhan“ û “Lakmu-Loqman“ bi kar anîne. Ger sibe-dusibe tirk van navan li zarokên xwe bikin û bibêjin “Guzel Turkçemizin guzel isimleri“ qet şas nebin. Ji xwe di vê rêzefilmê de mirovên li taxekê tev “Mar“ in, ji ber zilma mirovan xwe xistine kirasê mirovan, lê di rastiyê de mar in, ew li hêviya vegera Şahmaran û Lîlît in ku ji nû ve adalet were ser rûyê cîhanê. Jiyana kesên wek mar jî şibandine jiyana Kurdên bindest û dîsa xwe bêguman kirine serdest. Di rêzefilmê de qirkirina berî cuntaya 12’ê Îlonê ya li ser alewiyên li Maraşê jî cî digire û vê qirkirinê wek bûyereke bi destê “Mar“an hatibe kirin nîşan dide, yanî dixwaze bibêje “hin elewiyan, deriyên malên elewiyên din nîşan kirin û bi şev ew tev kuştin, qet tiliya dewletê yan a faşîstan di vê bûyerê de tine bû“. Dîsa di rêzefilmê de her dem qala qederê tê kirin. Li gorî film, bindestî qeder e, di her guhertinê de şiyandarî-îktîdar dîsa dikeve destê dewlemend û serdestan. Jiyan ji xwedubarekirinekê pêk tê, çawa hatibe wê wisa bidome. Bi vî awayî dixwaze ji kurdan re bibêje, “qet li ber xwe nedin, azadî, rizgarî, wekhevî, adaletê qet nexwazin, ji ber ku ev ji roja roj ve xera bûye û çênabe, hûn bindest in, qebûl bikin û em serdest in, yan bikevin bin xizmeta me û yan jî dakevin bin erdê”. Ji xwe di dawiya rêzefilmê de Çavgeş marên li jorê tev dadixîne bin erdê. Di dawiya fîlme de patronê febrîqeyê yê nûneriya desthilatiyê dike, bi bivirekî Şahmaranê dikuje, ji bo nexweşiya xwe sax bike. Şahmaran li vir jî li ber xwe nade, ji ber qeder e û xwe dubare dike.

Bi vî awayî derdikeve holê, ku kurd bi xwegihandina sazûmaneke xwedîderketina li nirxên xwe, xwe birêxistin nekin û mîrateyê kurdan ji dizî û talanê re vekirî be, tirk nirxên me yên mane jî wê ji xwe re bidizin û bibin.

Şahmaran di rastiyê de çandeke Toros-Zagrosan e ku ji dema Neolîtîkê û vir ve li ser axa Kurdistanê wek efsaneyeke mirovên li ser vê axê jiyane hatiye. Ti têkiliya tirkan bi efsaneya Şahmaranê re ne ji nêzîk û ne ji dûr, tine ye. Lê çawa ku ji avakirina komara tirk ve dest bi dizî û talana nirxên gelên li herêmê jiyane kirin, îro jî çi li holê mabe didizin û dikin malê xwe. Bi vê rêzefilmê ne tenê efsaneyeke me, zimanê me jî didizin, peyvên me, Şahmarana me, marên me, cîhana me peyvên me yên “dibe“ û “bike“, “çavgeşên“,               mar“ên me tevî didizin û wek malê xwe pêşkêş dikin. Ji xwe talan û diziya nirxên gelên li herêmê karê tirkan e, lê ji vê zêdetir, divê em kurd xwe rexne bikin: Çend kurd bertekê li hember vê dizî û talanê nîşan didin. Gelo çend kurdên li vê rêzefîlma Şahmaranê temaşe kirin, li ser medya civakî ji Netflixê re nivîsîn û gotin, ev rêzefilm ji çanda kurdan hatiye dizîn, xwe neke şirîkê dizî û talana tirko? Çend kurdî ji Pinar Bulut re nivîsî û got, çi mafê te heye tu dîrokê wiha berovajî bikî? Kî ji me nizane, ku qirkirina li Meraşê ya 1978an bi destê faşîstên tirk û sunî pêk hat? Çi gunehê alewiyan di wê qirkirinê de hebû, ku di vî rêzefîlmî de wek bi destê wan hatiye tê nîşandan? Li ser vê axê 15 milyon alewî hene, lê mixabin deng ji yekî jî derneket. Ev jî destûrê zêdetir dide kesên wek Pinar, ku çi bermayiyên dîrokî mabin, wan jî talan bikin.

Divê em kurd li peyvên xwe xwedî derkevin: Mar peyveke kurdî ye, maran awayê kom ê vê peyvê ye. Em talan û diziya li ser peyvên xwe napejirînin.Şahmaran efsaneya gelên li herêmê ye û bi navê xwe kurdî ye. Wêneyên şahmaranê îro jî li kolanên Amedê, Rihayê, Mêrdînê tên xemilandin û firotin û li piraniya malan tên daliqandin, bi rêzdarî û hezkirin tên parastin.

Divê em kurd li ziman, çand, nirx, kevneşopî û efsaneyên xwe xwedî derkevin, nehêlin tirko wan bidize, talan bike û ji xwe re pê çandeke sunî çêke.

Li rastiya dewleta tirk a sed salan binêrin:

  1. Eslê gelan bi wan dan înkarkirin û xwestin ji bo xwe miletekî bi navê “tirk“ çêkin. Îro tirk di wateya kesên eslê xwe înkar dikin de ye. Kî eslê xwe înkar bike ew dibêje “ez tirk im“. Ger herkesê li ser vê axê dijî vegere ser eslê xwe li holê miletekî bi navê “tirk“ namîne.
  2. Zimanê gelan bi wan dan qedexekirin û xwestin ji bo xwe zimanekî bi navê “tirkî“ çêkin. Îro tirkî ji peyvên ji gelek zimanan hatine dizîn pêk tê. Ger ew ziman li peyvên xwe xwedî derkevin û wan bi paş de vekişînin, li holê zimanekî bi navê “tirkî“ namîne.
  3. Stran, govend û hunera gelan li wan qedexe kirin û xwestin ji bo xwe bikin stran, govend û huner. Bi hezaran muzîka kurdî dizîn, gotinên wan kirin tirkî û pêşkêşî kurdan kirin. Govendên me dizîn, reqs û dîlanên me dizîn, figur, efsane û çanda me dizîn, çîrokên me dizîn. Kurdên wek Yaşar Kemal ew kirin xwedî roman, yên wek Yilmaz Guney ew kirin xwedî sînema, yên wek Ahmet Kaya ew kirin xwedî stran û hîn bi hezaran mînakên wiha hene…
  4. Dest danîn ser war, gund, bajar û welatê gelan û xwestin ji bo xwe bi navê Tirkiyeyê welatekî çêkin. Ger gelên li herêmê qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin, û bibin serwerê axa xwe li holê welatek bi navê Tirkiyeyê jî namîne.

Em bi sazûmaneke çêkar a dizek û talanker re ev sed sal in şerê mirin û mayînê didin. Di vî şerê bêmaf de -ji ber giştiya NATO û welatên Ewropayê li pişt wan in, lê yê me tenê vîna me heye- wan nikarîn me tine bikin, lê ziman, çand, dîrok, erdnîgarî û nirxên me dizîn û talan kirin. Di vê sedsala duyem de, divê em bi avakirina Kurdistaneke serbixwe û azad pêşî li ber talan û diziya tirko ya li ser nirxên me bigirin.