21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan û malek bombebaran kir

Li bajarê Zaxo yê Herêma Federe ya Kurdistanê malek hate bombebarankirin.  Di heman demê de dewleta tirk li Dihokê jî wesayîteke pêşmergeyan bombebaran kir

Hat ragihandin ku li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê wesayîteke pêşmergeyan ji hêla Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.  Li gorî nûçeya Rojnewsê; di êrişê de pêşmergeyên di wesayîtê de bombebaran bûn. Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê heta niha jî têkildarî êrişê tu daxuyaniyên fermî nedaye.

Her wiha êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê ranawestin û  li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk li navçeya Batufayê ya Zaxoyê jî malekek li ser sînor bombebaran kir.

Balkêş e ku dema Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Iraqê dikir de ev êrîşana hat kirin.