7 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê qedexeya balafiran a Silêmaniyê dirêj kir!

Tirkiyeyê qedexeya li ser geştên ji bo balafirxaneya Silêmanî, 3 mehên din jî dirêj kir.

Tirkiyeyê qedexeya li ser geştên asîmanî yên li ser balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê, 3 mehên din jî dirêj kir. Dedexe dê heta 6ê Cotmeha 2025an bidome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ji 3yê Nîsana 2023yan ve ragirtiye. Dewleta tirk ragihandibû ku piştî 3yê Tîrmehê (2023) dê biryarek nû bidin. Lê piştre carek din Tirkiyeyê biryara xwe ya ji bo rawestandina geştên asmanî yên ji bo balafirxaneya Silêmaniyê heya 3yê Çileya 2024an dirêj kiribû. Piştre jî Tirkiyeyê biryara qedexeyê heya 22yê Hezîrana 2024an dirêj kirbû. Herî dawî jî dewleta tirk di 6ê meha çile ya 2025an de, biryar da ku qedexe heta 6ê Tîrmeha sala 2025an dirêj bike. Lê belê îro carek din Tirkiyeyê 3 mehên din biryara qedexeya li ser balafirxaneyê dirêj kir.