12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê di şevekê de 24 caran Başûr bombe kir

Artêşa tirk şevê din 24 caran bi balafirên şer herêmên Çoman, Amêdî, Sîdekan, Pişder û Mawet ên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman têkildarî êrişên duh bi şev ên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal agahî parve kirin. Kameran Osman diyar kir ku artêşa tirk şeva borî 24 caran bi balafirên şer deverên cuda yên başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

Kameran da zanîn ku di van êrişan de qontara Girê Bihar, pişta gundê Belave, çiyayê Heft Tebeq, gundên Kevne Mijê, Spêndarê, Gîrgaşê ya li berî Garê û çiyayê Kitkitên û Xakurk ên li Sîdekanê bombebaran kirin. Osman aşkera kir ku balafirên şer Çiyayê Koxe, Çiyayê Tale li Çoman, derdora Qelatukan a li Pişder, Hewarî Rewendekanî gundê Kiwêrekan û Çiyayê Asos a li Mawetê bombebaran kirin.

Li gor agahiyên ku Osman dane, di êrişan de ziyaneke canî çênebûye.