Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Komîteya Rêveber a PKKê jî bersiv da banga Abdullah Ocalan û di 1ê Adarê de agirbest ragihand. PKKê got ku heta li ser wan êriş neyên kirin ew ê çalakiyên çekdarî li dar nexin. Lê tevî biryara agirbestê ya PKKê jî dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber domand.
Li gorî daneyên berhevkar ên ajansa MAyê dewleta tirk di meha Adarê de 11 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi çekên qedexe, 9 caran bi droneyên teqemenî barkirî êrişî tunelên HPGê yên şer ên li Herêma Parastinê ya Medyayê kirine. HPG ragidigihîn e ku di heman mehê de dewleta tirk qadên berxwedanê 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopterên êrişê û 11 hezar û 289 caran jî bi çekên giran, top û obûsan qadên wan hedef girtiye.
Di daxuyaniya xwe ya têkildarî bîlançoya meha Nîsanê de jî HPG aşkere dike ku dewleta tirk di meha Nîsanê de 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexe, 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrişê, 2 caran bi droneyên teqemenîbarkirî û 9 hezar û 693 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrişî qadên Herêma Federe ya Kurdistanê kiriye.
Êrişên dewleta tirk di meha Gulanê de jî berdewam kirine. Di daxuyaniya 5’ê Gulanê de hate ragihandin ku dewleta tirk di nava 5 rojan de 3 caran bi teqemeniyên qedexe, 3 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi balafirên şer û hezar û 987 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êriş kiriye.