Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, balafireke bêmirov a biçek a artêşa tirk a dagirker, bombe li maleke li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê barand.
Hat ragihandin ku li kêleka mala êriş lê hat kirin, cihekî lîstikê yê zarokan heye. Lewma kêm mabû ku komkujiyek bê kirin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi kesî nehatiye.