Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê ji herêmê ragihandî, duh êvarî 4 welatiyên xelkê gundê Dêwke ya ser bi bajarokê Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê, ji bo komkirina giya berê xwe dabûn çiyayê Zêbarî ya girêdayî Şêladizê. Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta tirk her 4 welatiyên ji bo komkirina giya vedigeriyan malê, bombebaran kirine û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan Seîd Mubarek Dêwîkî (35) û Araza Ferec (29) jiyana xwe ji dest dan. Salih Mubarek û welatiyekî din birindar bûn.