Tirkiye, êrîşa xwe ya di meha nîsanê de bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin, didomîne. Tirkiye di van êrîşên xwe de çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, Tirkiyeyê 9 caran bi çekên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî herêmên navborî bombeberan kiriye.