Endamê Tîmên Avakirina Aştiya CivakÎ (CPT) Kameran Osman daxuyand ku rayedarên PDK’ê ji welatiyên li gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên li herêma Amediya Herêma Federe ya Kurdistanê dijîn, xwestine ku gundî di navbera setên 08.00 û 17.00’an de serdana gundên xwe bikin, piştre bi temamî vala bikin.
“Welatiyên van her çar gundên Ber Garê nêzîkî mehekê ye ji ber êriş û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê, ji neçarî gundên xwe vala kirine, mal û milkên xwe terikandine û li bajarokê Dêrelok û Dihokê bicih bûne.” Osman anî ziman ku rayedarên PDK’ê ji gundiyan re gotiye ku ji bo tiştên mayî kom bikin Tirkiye 9 saet destûr daye.