12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye koçberan dike amûra siyasî

Di rojên dawî de Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan li ser koçberên Tirkiyeyê siyasetê dike. Erdogan diyar dike ku dê milyonek koçberên li Tirkiyeyê wê li Efrîn û Serê‐ kaniyê bi cih bike. Şûna koçberan bişîne gund û warên wan, li Efrîn û Serêkaniyê bi cih dike. Têkildarî rewşa koçberan û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî koçberan Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Efrînê Parêzer Rojîn Heto ku niha li Şehbayê dijî nirxandin kir. Heto, anî ziman ku li Efrînê ji dayik bûye û niha koçî Şehbayê kiriye. Koçber kirin amûr Prz. Rojîn Heto anî ziman ku dewleta tirk bi rêveberiya Tayyîp Erdogan piştî şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, destê xwe xist nava axa Sûriyeyê û koçber ber bi xwe ve kişandin û wiha got: “Koçber ji xwe re kirin amûr. Hinek ji wan şandin Lîbyayê. Hinekan li Serê kaniyê û hinekan jî li Til Ebyadê wekî amûr bikar tîne. Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûri‐ yeyê hewl dide ku jiyaneke xweş û bi rûmet ava bike. Hewl dide rê li pêş dagirkeriyê bigire.” ‘Koçber bi hêviya vegerê dijîn’ Heto da zanîn ku gelên ji ser axa xwe koçber bûne di hundirê çadir û kampan de dijîn û wiha axivî: “Di şertên herî xerab de dijîn. Bi taybet havîn û zivistanan di şertên dijwar de dijîn. Gelê Efrînê, Til Ebyad, Serê kaniyê li Şehbayê di 5 kampan de bi cih bûne. Ew çadirên ku lê dijîn, hem li wir xwarinê dixwin hem li wir radizên hem jî li wir serê xwe dişon. Çadir tenê ji odeyekê pêk tê. Lê şêniyên di van çadiran de dijîn hemû pêdiviyên xwe li van çadiran temîn dikin. Li gel van zor û zehmetiyan li ber xwe didin û li hêviya vegera warê xwe ne.” Zextên Tirkiyeyê Heto li ser sedemên koçberiyê ra‐ westiya û wiha berdewam kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibînin ku koçberî pêş ketiye. Gelek sedemên wê hene. Sedema sereke zext û dest‐ werdana dewleta tirk e. Li nava Sûriyeyê êrîşên xwe berdewam dike. Dewleta tirk, bi destê çeteyên xwe bi hezaran welatiyên Sûriyeyê ji cih û warên wan dan koçber kirin. Ne tenê kurd, hemû bawerî, çand û pêkhatiyên wê herêmê ji ser axa xwe koçî Şehbayê kirin. Ji ber êrîş, zext û hovîtiya dewleta tirk neçar man axa xwe terk bikin. Dema dewleta tirk Efrîn dagir kir, nêzî 300 hezar gelê Efrînê ji cih û warên xwe koç kirin. Ji ber darê zorê û zordariya komên çete ku li ser gelê Ef‐ rînê dimeşîne, zilm û zextan li ser gel dikin. Gel neçar dimîne koç bike. Neçar dimînin axa xwe bihêlin û berê xwe bidin cihê ewle. Her çendî peyman û zagonên navdewletî hene ku rê li pêş koçberiyê bigirin û mafên koçberan biparêzin jî, em dibînin ku ji ber rewşa şer û ji ber şertên herî xerab her sal rêjeya koçberiyê zêde dibe. Ev hêzên navdewletî li şûna rê li pêş koçberiyê bigirin û çareseriya bingehîn ji koçberiyê re bibînin, lê mixabin gelek dewlet koçberiyê wekî amûr ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Divê kes koçberiyê ji bo xwe neke amûra siyasetê.” Heto da zanîn ku pirsgirêka koçbe‐ riyê pirsgirêka herî sereke û bingehîne û got: “Gelek sedemên koçberiyê hene. Aliyê siyasî, aborî, civakî û zanyarî ne.” Efrîn berê cihê ewlehiyê bû Heto bibîr xist ku 7 milyon koçber li Sûriyeyê dijîn û wiha pêde çû: “Di nava Sûriyeyê hejmara koçberan gihiştiye 7 milyon kesan. Li herêmên ku dewleta tirk dagir kiriye, beriya ku dewlet van he‐ rêman dagir bike, bibû cihê koçberên ku ji ber şer hatibûn li vir kom bûbûn. Herêmên ku di destê Rêveberiya Xweser de herêmên bi ewle bûn. Beriya ku dewleta tirk û komên xwe Efrînê dagir bikin, li Ef‐ rînê nêzî 600 hezar kesên ji şer reviya‐ bûn bi cih bûbûn.” Heto li ser hewldanên rêveberiya xweser jî rawestiya û got: “Rêveberiya xweser dixwaze pergalek civakî û aborî ava bike. Em dibînin ku di destpêka aloziya Sûriyeyê de dewleta tirk, dix‐ waze pergalê xera bike. Lê hêzên navdewletî berpirsiyariya xwe ya ji bo penaberan pêk neanîne. Ji bo jiyaneke bi rûmet avabikin xebatan nakin. Derfetên tenduristî, civakî û jiyanî ji bo koçberan peyda nakin.” Ne ji bo xêrê sînor vekir Heto li ser polîtîkaya Tirkiyeyê jî axivî û ev tişt got: “Hikûmeta tirk bi rêveberiya Tayyîp Erdogan koçberan ji bo xwe bikar tîne. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî bikar tîne. Di dest‐ pêka aloziya Sûriyeyê de Tirkiye deriyê xwe ji koçberan re vekir û koçber kişan‐ din nava xwe. Ev yek ne ji bo qencî û xêrekê kir. Li hemberî vê yekê milyar dolar ji Yekitiya Ewropayê girt. Ev pere ne ji bo koçberan, ji bo berjewendiyên xwe bikar anî. Piştî Ewropa pere qut kir, vê carê Erdogan got ‘Ez ê koçberan vegerînim Sûriyeyê.’ Erdogan dixwaze li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serê kaniyê û Til Ebyadê koçberan bi cih bike. Lê şertê vegerê ew e ku koçber li gund û malên xwe yên resen bi cih bibin. Divê li cihê bi ewle bijîn. Divê ji mafên xwe sûd bigirin. Lê em dibînin dewleta tirk beravajî vê yekê dike. Dewletên Ewropayê û yên din jî dixwazin çand û exlaqê xwe li ser koçberan ferz bike. Dixwazin koçberan ji taybetbûn û xweseriya xwe dûr bixin. Ji çand û nasnameya xwe dûr bikevin.”