20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. 191 dewletên cîhanê 20‘ê Mijdara 1989‘an wek Roja Mafên Zarokan îmze kir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) Peymana Mafên Zarokan peymaneke navdewletî ye ku mafê zarokan ên sivîl, siyasî, aborî û çandî diyar dike û pêkanîna peymanê ji aliyê Komîteya Mafên Zarokan a girêdayî NY’yê ve tê şopandin. Gelek welatên cîhanî peyman îmze kirin. Yek ji welatên ku peyman îmze kiriye jî Tirkiye ye. Lê kiryarên wê yên li dijî zarokan li bakur û başûrê Sûriyeyê gelek pirsan derdixin pêş.
Komara Tirkiyeyê di sala 1990’î de Peymana Mafê Zarokan ya NY’ê îmze kiriye. Di 1995’an de xistiye merîyetê. Li gorî raropa ÎHD’ê ya Amedê ya salên 2017-2021’ê li bajarê Kurdan 132 zarok hatin kuştin û 385 zarok birîndar bûne. Li gor daneyên TUÎK ya sala 2023’an 10 hezar û 417 zarok hatin zewicandin. Di êrîşên li dijî Xezayê de di salekê de zêdeyî 3 hezaran zarok hatin kuştin. Di pêvajoya şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji sala 2011’an ve nêzî 30 hezar zarok hatin kuştin.
Herî dawî di 12 mijdarê de li navçeya Selçuk a Îzmirê agir bi xaniyekî ket û u 5 zarok di xanî de şewitîn. Beriya 20’ê mijdarê vê bûyera li Îzmirê dîsa nîşan da ku li Tirkiyeyê mafê zarokan nayê parastin.
Mehek berê Dewleta Tirk ji 23’ê Cotmehê heta 27’ê Cotmehê li dijî bajarên Kobanê, Dêrik, Til Temir, Amûdê, Eyn Îsa, Tirbepisiyê, Rimêlan û gundên wan zêdetirî 1031 êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşan de hem binesazî hilweşand û hem jî bi giştî 3 ji wan zarok 17 welatî qetil kirin. 65 welatî birîndar bûn.
Dîsa artêşa Dewleta Tirk di 20 Cotmehê de li gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi hawnan êrîş pêk anî. Di êrîşe de 3 zarokên şivan kuştin.
Li Ukraynayê 589 zarok kuştin
Li gorî agahiyên rayedaran di şerê li Ukraynayê de bi giştî 589 zarok hatin qetilkirin. Di şer de zêdeyî Hezar û 681 zarok jî birîndar bûn
Li Xezayê 17 hezar zarok kuştin
Piştî Îsraîlê li dijî Xezaye dest bi şer kir, herî zêde zarok bûn qurbana şer. Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de êrîşî Xezayê kir û heta niha şer didome. Di şerê zêdeyî salekê de zêdeyî 17 hezar û 210 zarok, 11 hezar û 742 jin bi giştî 43 hezar û 712 welatiyên Filistinî hatin kuştin.
Em dibînin ku di şer de herî zêde jin û zarok tên kuştin. Dîsa Tirkiye, Îsraîl, Rûsya û Ukrayna bi kuştina zarokan dikevin 20’ê mijdarê.