Şerê artêşa Tirkiyeyê ya li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji 14’ê nîsanê ve berdewam dikin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê herêma Zap, Metîna û Avaşîn bombebaran kir. Li herêmê tevgera hewayî didome.
Di saetên êvarê de Tirkiyeyê li dijî mezra Zîban a bi ser Zirganê û gundê Qibûr Qerecna bi ser Til Temir ên rojavayê Kurdistanê ve jî bombe kir.