Leşkerên artêşa Tirkiyeyê di saetên êvarî de bi topan êrîşî gundekî Kobanê kir. Di encama êrîşa bi topan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Leşkerên tirk bi çekên giran êrîşî Gundê Kon Eftar kir û 2 zarok kuştin.
Balafireke bê mirov a bi çek a Tirkiyeyê şeve din saet di 23:00an de jî gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, di bombebaranê de piranî jin û zarok 12 sivîl hatin kuştin. Ji dîmenên ku ajansa me (ANHA) bi dest xistine, rastiya êrîşe tîne ziman.
Balafira şer a bêmirov a bi bombebarkirî (SÎHA) ya Tirkiyeyê şevê din dîsa êrîşî gundekî Eyn Îsa kiribû. Di şeva 8ê Kanûna 2024an de li gundê El Mustareha yê li rojavayê Eyn Îsayê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ji 60 leşkerên rejîmê 15 leşker hatin kuştin. Hejmara giştî ya qurbaniyên êrîşa li gund diyar nebû. Di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûn.