Di 2’yê îlonê de dîmenên komên çete ku dewleta tirk ji Sûriyeyê derbasî Amêdiyê kirin hatin kişandin. Rêveberê SOHR’ê Ramî Abdurrahman ani ziman ku Tirkiye van çeteyan wekî çeka şer li dijî gelan bikar tîne. Ramî Abdurahman û gelek çavkaniyên din destnîşan kirin ku dewleta tirk komên çekdar ên paramîlîter ji Sûriyeyê derbasî başûrê Kurdistanê kirine û got: “Dewleta tirk li çiyayê Kurdistanê, êdî bi hevkariya PDK û hikûmeta Iraqê û çeteyên çekdar şer dike. Li gorî nûçeyan Tirkiye endamên komên çekdar jî ji Sûriyeyê derbasî başûrê Kurdistanê dikin û wan komên çeteyan tev li şerê herêmê dikin.” Ramî anî ziman ku Tirkiye çeteyên xwe derbasî çiyayên başûrê Kurdistan û Iraqê kirine û wiha got: “Ev ji komên (Artêşa Niştimanî) pêk tên. Me wekî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê ev yek di 22’yê tîrmehê de teqez û piştrast kir.”
Talan û wêran dikin
Abdurrahman da zanîn ku komên çekdar parastina berjewendî û daxwazên gelê Sûriyeyê nakin û got: “Ew xizmeta sîxurên dewleta tirk dikin. Xizmeta gelê Sûriyeyê nakin. Ew binpêkirinên hovane li dijî gelê Sûriyeyê dikin. Li deverên ku di kontrola Tirkiyeyê de ne, mal û milkên koçberên Efrînê didizin û talan dikin.Komên çete piştî demekê nikarin bi serê xwe biryarê bidin. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe. Çeteyan wekî amûr bikar tîne. Van komên çete li gorî dilê xwe dide şerkirin. Niha hewl dide ku Artêşa Niştimanî ji aliyê etnîkî ve bikar bîne û komên tirkmen ji wan veqetîne û bêtir li gorî armanca xwe bikar bîne.”
Naxwazin gel agahdar bibe
Ramî Abdurrahman bi lêv kir ku dewleta tirk dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê ji siyaseta derve dûr bixe û wiha pêde çû: “Hikûmet tirk dixwaze bandora xwe li derveyî Tirkiyeyê bihêz bike. Hikûmeta tirk naxwaze ku di vî şerî de artêşa wê ziyan û windahiyên mezin bide. Naxwaze muxalefeta tirk vê yekê di siyaseta hundirîn de li dijî wê bikar bîne. Dewleta tirk wan komên çekdar demekê wekî amûran bikar tîne û piştî ku karê wê bi wan diqede wan ji holê radike û pişguh dike. Gelek welatan û bi taybetî jî Tirkiyeyê di derbaskirina komên çete ên wekî DAIŞ’ê ya axa Sûriyeyê de rolek serek lîst. Ne asêbûna sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de jî derbasbûna van komên çete hêsantir kir.”
DAIŞ û Tirkiye hevkar in
Abdurrahman bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de û ev agahî dan: “Mînaka herî zelal û berbiçav ew e ku me di demên borî de dît. Çeteyên DAIŞ’ê beşekî mezin sînorê Tirkiyeyê xistibû bin kontrola xwe. Lê di wê demê de dewleta tirk yek fîşek jî berneda çeteyên DAIŞ’ê. Wê demê derdora 180 kîlometre sînorê Tirkiyeyê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bû. Di navbera dewleta tirk û DAIŞ’ê de têkliyên xweş hebûn. Bi hev re karê bazirganiyê dikirin. DAIŞ’ê petrola Sûriyeyê difirotin dewleta tirk û zêrên ku ji Iraqê dizîbûn jî li Tirkiyeyê hûr dikirin (difirotin) Di wê demê de gelek vîdeo û dîmenên çûn û hatina çeteyên DAIŞ’ê jî bi raya giştî re hatin parvekirin. Cebhet El Nusra jî tevî ku di nava komên ku wekî terorîst hatine binavkirin jî cih digire lê dewleta tirk şerê wan nake.”