12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tirk û aştî

Di bîrûbaweriya tirkan de, ew nêriyê Anatolya û Mezopotamyayê ne. Heta carinan xwe wek nêriyê hemû Asyayê dibînin. Ew nahizirin ku di rastiyê de tenê nobedarê ber deriyê NATO û Amerîkayê ne.

Tirk wek zarokên Osmanî ji Asyaya Navîn hatin û destpêkê li serê kurdan û piştre li serê Asya, Afrîqa û Ewropayê bûn belayeke dijwar. Lê bi demê re Ewrûpî û Afrîqiyan bela tirkan ji xwe vekirin û ew ji ser axa xwe der kirin. Lê êdî bi tevî hemû guneh û xerabiyên xwe tirk ketin nav çavên me û li parzemîna Asyayê bûn bela serê me kurdan.

Em niha hewl didin bi vê belaya dîrokî re aştiyê bikin. Lê ew hîn jî gefên şer li me dixwin. Tirk qet nizanin şikur bikin. Li şûna destên xwe ber bi Îmraliyê vekin û bibêjin, ‘Ey Birêz Ocalan, mala te hezar carî ava ku te şer rawestand û bê ku ji me tiştekî bixwazî partiya xwe fesix kir û banga aştiyê kir. Em ji erd heta ezmên minetarê te ne. Hema ji bo xatirê vê gava dîrokî ya te avêtiye, em ê jî xwe ker kin, deng nekin û banga şer û xwînrijandinê nekin.’ Lê ka ew hişmendî û bîr û bawerî?

Di bîrûbaweriya tirkan de, ew nêriyê Anatolya û Mezopotamyayê ne. Heta carinan xwe wek nêriyê hemû Asyayê dibînin. Ew nahizirin ku di rastiyê de tenê nobedarê ber deriyê NATO û Amerîkayê ne. Karaktera tirkan çawa ye: Gava hêzeke ji ya xwe mezintir dibînin, teriya xwe dixin nava şeqên xwe, dikin kûzekûz û baz didin. Lê ger hêzeke ji xwe lawaztir bibînin, wey li halê wê hêzê, dibin gurekî devbixwîn û tiştek namîne, ku bi serî de nayînin.

Bahçelî qaşo banga aştiyê li Ocalan kiribû. Dîsa harbû û gef li Rojava xwar. Kuro çi îşê te bi Rojava ketiye? Te Bakur tev xistiye bin destê xwe, ev sed û tiştek sal in tu sererd û binerdê wê tevî xwîna kurdan dimijî. Te jin, zarok, kal, pîr û ciwanên wê qir kirin. Di zindanan de rizandin, berê wan da koçberiyên nediyar, zarokên vî gelî yên herî hêja kirin xwediyê gorên nediyar, kela te li wan hênik nebû. Niha te çavên xwe yên kor berdaye Rojava. Tu gefên şer li Rojava dixwî. Vê zanibe, roja li Rojava şer biqewime, wê bi dehhezaran, sedhezaran kurd ji giştiya cîhanê biherikin Rojava û wê axa xwe û gelê xwe nedin nav diranên te yên bi xwîn. Tu bergerê ji rêvebiriya Rojava re bike, ku nerm û dostane û bi mirovî nêzî te dibin. Ger îroj rêvebiriya Rojava bangî kurdên li cîhanê bike û bibêje, werin em li hember sebavên tirko axa xwe û rûmeta xwe biparêzên wek lêhiyê kurd wê biherikin Rojava û ne tenê kurd, dostên kurdan, mirovhez, mafparêz jî li dijî vê zilm û zordariya we wê dakevin qadê û rojava bi canê xwe biparêzin. Rojava îro bûye nîşaneya rûmeta mirovahiyê, bes gefan lê bixwe û li ser dûvê xwe rûnê. Ma te hêza kurdan li Kobanê nedît? An te jibîr kir?

Qaşo dewletê pêvajoyeke aştiyê daye destpêkirin. Lê bêhna genî ji devê wan tê. Bi qurnaztiya gundîtî gotin, ‘Ka bisekine, em bi banga aştiyê kurdan rawestînin û bi ser muxalefetê de ango CHPê de biçin, ker li korê wê jî bisekinînin û piştre em ê dîsa vegerin ser kurdan û bi qurnazî ji ciyê maye berdewam bikin.’ Wek çîroka gayê sor, ê reş, ê belek û gurê har bi serê partiyan de tînin.

Ger dewletek, miletek an hêzek niyeta xwe ya aştiyê, heq û hiqûqê û hevalbendiyê hebe, ew wek hikûmeta AKPê û Bahçelî tev nagere. Ew ê vî karî cidî bigire dest û bi mûxatabê wê re li ser maseyê rûne û bide û bistîne. Lê na, ev hîn bûne, bê ku bidin, hema bistînin. Bahçelî dibêje, Ocalan bang kiriye, gotiye, PKK wê bi hemû yekîneyên xwe ve xwe fesix bike, ji bo wê hemû hêzên kurd ên li Sûriyeyê (HDS) divê xwe fesix bikin, çekên xwe radestî DAIŞê bikin û DAIŞ were dest deyne ser gund û bajarên wan. Piştre kurd û qedera kurdan bimîne li ber însafa tirkên hov û DAIŞiyên xwînxwar. Tirk dixwazin hêzên Sûriyeyê ku tev ji bingehê DAIŞê tên dest deynin ser Rojava, jinên wan ji xwe re bikin kole, mêrên wan ji xwe re bikin leşker û yên neyên ser vê rêyê jî bipelixînin û serî jêkin. Wê demê dê kela dilê Erdogan û Bahçelî hênik bibe û li gorî hişmendiya wan a faşîst û nijadperest aştî were ser axa Sûriyeyê. Tişta ew ji aştiyê fêhm dikin, teslîmbûn, xweînkarkirin û mirin e. Lê ev yek êdî di rojeva kurdan de tine ye, tirk vê yekê nikarin îdrak bikin. Ew dibêjin, ‘Wey, me li sê parzemînan hesp bezandiye, serî firandine, erd dagir kirine, zêç û zar anîne û dewşîrme kirine, ev kurd kî ne, ku serî li hember me radikin û qala azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê dikin, em bi hêz in, ew lawaz in, em dewlet in, ew rêxistin in, emê bi hêza xwe ya me ji NATOyê stendiye bi ser wan de biçin û di nav 24 saetan de bi erdê re bikin yek.»

Lê tirk zû ji bîr dikin, ku zarokên vî gelê kurd ev 41 sal in, li hember dewleta tirk şer dikin û artêşa duyemîn mezin a NATOyê nikarîbû serî li wan bida tewandin, dawiya dawî xwe avêtin ber bextê Ocalan, ku şer rawestîne, lê dîsa jî bi nankorî tevdigerin û dixwazin ji ser rêya aştiyê çiv û fitlonekan bidin xwe.

Kurd di seranseriya dîroka xwe de aştîxwaz in, gava bûne dewlet û mîritî û begitî bi destxistine jî êrişî ser axa kesî nekirine, hewl nedane ti miletî bixin bin destê xwe, her dem bi gelên cîran re di nav hevkariyê de bi aştî û dostanî jiyane, lê ev 2 hezar û 660 sal in (ji Medan vir ve) jî li hember êrîşên pers, makedon, rom, yewnan, osmanî, ereb, mogol û îslamîstên cîhadîst wek DAIŞ û yên din û herî dawî Komara Tirkiyeyê li ber xwe dane. Roj hatiye bi sedan, bi hezaran hatine qirkirin, keç û bûkên kurdan ji bo nekevin dest neyaran xwe di kevandeyan re avêtine xwarê, zarokên kurd ji ber zilma wan reviyane xwe avêtine nav êgir, lê dîsa jî xwe radest û teslîm nekirine.

Divê ev dewlet û rayedarên vê dewletê baş zanibin, kurd welatê xwe dixwazin, ew dixwazin li ser axa xwe bi cîranên xwe yên tirk, ereb, faris, ecem, ermen, cihû, suryan û yên din re di nav aştî û dostaniyê de bi awayekî demokratîk û wekhev bijîn. Ji bo gihiştina vê armancê berdêl dane û wê dîsa bidin, lê kurd wê ti carî teslîm nebin, tine nebin, dev ji xwe bernedin û serî li ber xwînxwar, qatil û nijadperestan daneynin.

We bi Birêz Ocalan re peymanek danî, we got, tu hin gavan biavêje, em ê jî hin gavan biavêjin. Wê demê wek tajiyê bêdil ji nêçîrê venegerin, li ser soza xwe bisekinin. Hûn dewletek in, birêz Ocalan dîlekî azadiyê di dest we de ye. Birêz Ocalan soza xwe pêk tîne, hêza xwe bi kar tîne û rê li ber aştiyê vedike. Qaşo hûn dewlet in, ewqas derfet di dest we de hene, fermo zagonên aştiyê deynin holê û duristbûnekê di dîroka xwe de carek tenê jî be nîşan bidin.