Nivîskar û rojnameger Aslan Aslan di malpera Yenî Ozgur Polîtîkayê de li ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî gor û goristanan nivîsî. Aslan, bal kişand ser êrişên li ser goristanan û pêdiviya têkoşîna gel a li dijî van êrişan.
Nivîsa Aslan Aslan a Yenî Ozgur Polîtîkayê wiha ye:
Dema em li bûyer û rûdanên li cîhanê dinêrin dubarebûna wan kêm e an jî tineye. Yanî heman tişt careke din nayê kirin. Lê li Tirkiyê rewşeke ku nayê guhertin heye ew jî polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kurdan e. Polîtîkayeke ku qirkirin û tinekirina Kurdan ji xwe re kiriye hedef heye. Eger em li sala 1925’an vegerin wê demê Serhildana Şêx Seîd heye. Hikûmeta Tirkiye di 29’ê Hezîrana 1925’an de Şêx Seîdê Kal û 46 hevalên wî li Amedê darve kir. Lê çi bi cenazeyên wan kir nayê zanîn. Di sala 1937’an de Rêberê Serhildana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî darve kirin. Cenazeyê wan li ku derê ye û çi bi wan kirin nayê zanîn. Bi vî rengî gelek bûyer çêbûn. Gelek Rêber û pêşengên Kurdan ji aliyê Dewleta Tirk hatin kuştin û darvekirin. Ji bo ku kes wan bi bîr neyne cenazeyên wan ango termên wan jî tine kirin.
Dewleta Tirk heman polîtîkayê îro jî li Kurdistanê dimeşîne. Bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve çi devera ku goristaneke şehîdan lê hebe ew der bombe kir. Ji Amed heta Mêrdîn û Serhedê bi dehan goristanên şehîdan xera kirin. Cenaze ji goran derxistin û revandin. Kê li ser navê Kurdîtiyê û doza azadiyê têkoşîn meşandibe û şehîd bibe ew kirin hedef. Di sala 2020’an de me dît ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek bi riya kargo ji malbatê re şandin. Çiqas bêhurmetî û bêexlaqî hebe bi serê cenazeyên Kurdan de kirin. Dewleteke ku ewqasî ji miriyên Kurdan aciz li pêşiya me heye. Herî dawî jî li Efrînê vê hovîtiya xwe kir. Cenazeyên şehîdên berxwedanê ji tirbên wan derxistin û li naverastê danîn. Piştre dîmen û wêneyên vê hovîtiyê li çapemeniyê belav kirin. Vê yekê jî bi zanebûn dikin. Ji bo ku Kurd doza azadiyê nekin û bêdeng bimînin. Ji roja ku Dewleta Tirk ava bûye û heta niha heman siyaset tê meşandin. Barbariya ku herî dawî ya li Efrînê hat kirin jî parçeyek ji vê siyaseta tinekirina Kurdan e. Ew dixwazin hiş û bîra Kurdan tine bikin. Ji bo vê yekê jî li qanûn û qayîdeyan napirsin.
Heqareta li cenazeyan li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Lê li Tirkiyê ev yek heye. Di destpêka salên 1990’î de jî me dît bê çawa heqaret û êşkence li cenazeyên endamên PKK’ê kirin. Wêneyên serjêkirî yên HPG’îyan li çapemeniyê belavkirin. Ev yek ji bo tirsandinê dihat kirin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê jî derketin bi kiryarên hikûmeta Tirkiyeye rabûn. Wan çeteyan jî serî jê dikirin û êşkence li cenazeyan dikirin. Mamosteyê wan çeteyan jî hikûmeta Tirkiyeyê bû.
Axaftineke Apê Mûsa ango Mûsa Anter heye û dibêje; “Ji bo me Kurdan zaliman lugatek çêkirine. Di lugata wan de navê kuştina me Kurdan paqijî ye û tirbên me yê bi hev re jî tim best, gelî, çem û newal in. Li Sêrtê Newala Qesaba, Li Dersimê Çemê Munzurê, Geliyê Zîlan, Newala Qutê, 33 Gule, Çûqûca u Helebçe!”
Mûsa Anter ev gotin ji bo bûyerên berê anîbû ziman. Lê ev dîrok li Kurdistanê neguherî. Tirbên Kurdan hê jî li best, gelî, çem û newalan tên veşartin. Îro jî cenazeyên şehîdan bê ser û şûn in. Rêveberiyek wiha barbar re em rû bi rû ne. Miriyên Kurdan jî qebûl nake. Ji bo wan divê Kurd tine bin û navê wan tine be. Ji bo vê yekê êrişên qirkirin û dagirkeriyê di asta herî jor de tên meşandin. Xerakirina bajar û navçeyên li Kurdistanê parçeyek ji vê konseptê bû. Li ser navê Kurdî û Kurdayetiyê çi hebe di hedefa himûmetên Tirkiyeyê de ye. Baş an jî xerab ji bo Tirkiyeyê ferq nake. Ya girîng ji bo wan tinekirina Kurdan e.
Dewleteke ku li gorî olê jî tevnagere heye. Qanûn, hiqûq, ol û exlaqê nas nake. Seyda û alimên Kurd ji bo ku beşdarî merasîmên şehîdan bûn niha di girtîgehan de ne. Li dijî rêveberiyek ewqas zalim û barbar têkoşîneke dijwar lazim e. Eger Kurd serê xwe li ber vê zilmê bitewînin wê aqûbeta wan bê ser û şûn be.