Di encama erdhejên Mereşê de li 10 bajaran hilweşîneke mezin çêbûn. Bi hezaran kesên di bin kavilan de man bi rojan piştre hatin rizgarkirin û cenazeyên bi hezaran hê jî di bin kavilan de ne. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam in û li gel ku bi ser erdhejê re 13 roj derbas bûne jî welatî ji ber erdhejokan nikarin li malên xwe vegerin. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de welatî hewl didin di bin konan de jiyana xwe bidomînin. Di rewşeke wiha de polîs nahêlin alîkariyên lezgîn bigihin ber destê mexdûrên erdhejê.
Ji Ajansa Mezopotamyayê Rûkiye Adiguzelê rewşa karesata erdhejê û bêxemiya AFAD’ê bi mînakeke balkêş ragihand.
Dengê min nehate bihîstin
Ciwanê bi navê Nazim Portakal (25) di erdhejê de li gel dayik û bavê xwe, bi giştî 10 xizmên xwe winda kirine. Ew bixwe jî di roja sêyemîn a erdhejê de hate rizgarkirin. Yek ji welatiyên ku heta demeke dirêj alîkarî negihiştiyê jî Portakal e. Portakal, di dema erdhejê de di qata yekemîn a apartmaneke 8 qatan a li Yenîmahale ya Semsûrê bû. Bi hilweşîna apartmanê re kete jêrzemînê û di bin kavilan de ma. Portakal, qala 3 rojên di bin kavilan de kir. Portakal, da zanîn ku di dema erdhejê de ji odeyê derketiye, berê xwe daye mitbaxê û xwe xistiye bin maseyê. Portakal, got ku bi tebiqîna avahî re 2 qat hatine xwarê û li jêrzemînê di bin kavilan de ma ye. Portakal, wiha qala wê pêvajoyê kir: “Tekane tiştê di bîra min de ew e ku di nava toz û axê de mabûm. Min ferq kir ku lingê min li cihekî asê ma ye. Parçeyên paceyan di aliyên min rast û çepê de çûbûn. Alavên înşaetê bi ser min de hatibûn. Pêşiyê min qet êş nekişand. Lê saetên piştre hêdî hêdî êşê dest pê kir. Bandoreke psîkolojîk li min kir û min hawara xwe digihand lê kesekî dengê min nedibihîst.”
Ji xwe re korîdor vekir
Portakal anî ziman ku demekî şûnde êdî dengê mirovan dibihîst û wiha axaftina xwe domand: “Min hewl da dengê xwe bigihînim wan. Lê kesekî dengê min nedibihîst. Di wê navberê de ketim nava hewldanê û min destê xwe bilind kir. Min li wir lingê maseya xwarinê dît. Min, ev lingê maseyê li ser hev li dîwar xist û dîwar şikand. Li rasta serê min qulek vebû. Ji wir ronahî hat. Min jî hîn bêhtir lingê maseyê li wir xist û ew kun hê firehtir kir. Min li wir korîdorek vekir. Diqîriyam, min hawar dikir. Keçikekî biçûk dengê min bihîst. Tavilê ji kesên wê derê re got; ‘li vê derê kesek heye.’ Kesek hate wê derê lê pir sersar nêz bû. Ketibû derdê kesekî din. Piştre jî min dengê xizmên me bihîst. Dema min dengê wan bihîstî, ez bêhtir qîriyam. Dema dengê min bihîstin jî dilê min rihet bûbû.”
AFAD’ê xilas nekir û çû
Di berdewamê de Portakal got ku xizmên wî cihê wî tespît kirine û wiha qala wan kêliyan kir: “Betanî avêtin ser min. Tam dê lingê min derbixistana ku erdhejoka duyemîn dest pê kir. Min jê re got; ‘birevin.’ Xizmên min ji bo ku di bin kavilan de nemînin reviyan û derketin jor. Piştre jî lingê min hê xirabtir asê bû. Demekî şûnde tîmên AFAD’ê hatin û lingê min ê çepê derxistin. Lê belê bêyî ku lingê min ê rastê derxînin çûn. Bi saetan piştre jî xizmên min hatin. Xizmên min ji xebatkarên AFAD’ê zanetir bûn. Lingê min berdan valahiyekê.”
Bi destê tîma spanyayî xilas bû
Portakal, destnîşan kir ku piştî mudaxaleya xizmên wî, lingê wî gelek rehet bû û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku alavên li gel wan pir kêm bûn, nekarîn lingê min ji wir derxînin. Piştre dîsa tîmeke ji AFAD’ê hat. Min bi wan re hinek xeber da. Min êdî nema dikarî wê êşê ragirim. Êdî taqet di min de nema bû. Ji min re gotin; ‘bisekine dê niha tîma spanyayî wê were.’ Çawa çavên min bi rûyê wan ket, dilê min rihet bû. Camêran di encama xebateke 2-3 saetan de ez ji wir derxistim. Bi derxistinê re tavilê derbasî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê hê fîlmê lingê min nekişandin, yekser xistin cilsê.”
Walîtiyê alîkarî neşand
Mamê Portakal, Mula Portakal da zanîn ku li Dîlokê dijî û çawa ku bihîstiye avahiyê birayê wî hilweşiyaye, yekser ketiye rê û wiha got: “Riya di navbera Dîlok-Semsûrê de saetek û nîv e lê min bi zor û zehmetî karî xwe 3 saetan bigihînim vê derê. Dema em gihiştin, me ne avahî lê tenê xirabe dîtin. Heta demekî me hewl da tiştekî bikin. Me bang kir lê tu tiştek ji destê me nedihat. Her serê carekê em diçûn walîtiyê û me alîkarî dixwest lê kesekî alîkarî nedida. Me darê zorê tîmek anî vê derê. Hinek lêgerîn kirin û piştre gotin; ‘heta vînç neyê em nikarin tiştekî bikin.’ Piştre jî çûn. Em piştre dîsa çûn walîtiyê lê bi tu awayî alîkarî nehat şandin.”
Xwestin lingê wî jê bikin
Mam Portakal da zanîn ku tîmên AFAD’ê di roja duyemîn de ji wî re gotine; “Em ê lingê vî zarokî (Nazim)jê bikin” û got ku ji ber xetereya ku ji ber çûyîna xwînê ya zêde jiyana xwe ji dest bide, wan ev pêşniyar qebûl nekirine. Portakal, wiha domand: “Li ser vê yekê tîmên AFAD’ê ji min re gotin; ‘Hêdî hêdî hişê zarokê ciwan ji serê wî diçe. Tiştekî were kirin tune ye. Heke em lingê vî zarokî jê nekin, em nikarin bi saxî ji wir derxînin.’ Em jî ji bo ku zindî ji wir were derxistin neçar man ku vê pêşniyarê qebûl bikin.”
Bêyî ku jê bikin derxistin
Pêvajoya piştre jî Portakal wiha vegot: “Demek piştre li cihekî geriyan. Me li axaftina ser telefonê guhdar kir. Yên li ser telefonê gotin; ‘tiştekî wisa yê ehmeq nekin. Tu bijîşkekî pispor dê lingê wî zarokî li wir jê neke. Heke jê bikin jî dê zarok li wir bimire.’ Piştî van gotinan jî dev ji birîna lingê zarok berdan. Xebata xwe domandin. Piştre jî di navbera xwe de digotin; ‘zarok hişê xwe winda dike.’ Me nedizanî dê çi bikin. Herî dawî tîmekî spanyayî hat. Her tişt û ekîpman bi wan re hebûn. Hatin û tavilê mudaxele kirin. Ji bo ku mirûzê wî xweş bikin, 2 jin bi xwe re birin wê derê. Li rexekî pê re sohbet dikirin û li rexa din jî dixebitîn. Xebata wan bi qasî 2 saetan dewam kir. Bi vî awayî jî zarokê ciwan rizgar kirin. Piştre ji bo lêkolîn bikin bê ka kesekî zindî heye yan na, 2-3 kûçik berdan hundir. Jixwe tu kes sax nema bû.”