12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tiliya qereqûçkê’

Di dîwana min a pêşîn de helbestek bi navê ‘Metîna’ heye. Metîna… Hem ji ber olana Lawikê Metînî hem jî ji ber şehîdên ku li wê axê çîçek vekirine, tim wekî nivişteke li ser dil e ji bo min. Niha jî Roza Metîna tev li vê olanê dibe. Roza, ne Rozaya dereke din e; ya Metînayê ye. Dema li çend deran rastê navê wê hatim û X. Xaço bi strana xwe agir bera beybûnên awazên kurdîtiyê da jî bala min kişand. Min dizanibû dê Roza, min jî bibe Metînayê, bi bagera helbestê tev li kuliyên berfê bike. Tim li benda wê kêliyê, wê wextê bûm û wext, ew wext e! Îro, di êvareke ku xwe di barana xembar de û min jî di dilopên xwe de veşartibû de; Tiliya qereqûçkê (J&J çapa duyem) gihîşt ber destên min û tev li baranê bû. Ez û baran çûn Metînayê, Roza bi çivîkên vê zivistana giran re firiya. Carna em ji baranê, carna baran ji me reviya. Carna me baranê da girîn, carna baranê me. Bi rastî jî çavên min tije barana vê êvarê bûn lew ew dilop ne wek rondikan tîngerm ne jî nas bûn. Wekî ku baranê henekên xwe bi çavên min dikir, nedigiriyam lê mijang şil bûn. Mijang şil bûn lê Tiliya Qereqûçkê bi desmalek Metînî re direqisî.
Niha şeveke piştî baranê ye, şeveke piştî mijangên şil û heftemîn dîwana Rozayê dixwînim, sermestiya risteyan tev li ya stêrkan dibe:

Fesadên bêtifaqiyê
gunehên min
pişta xwe spartibûn
kulînên vala û bê perde
bêhna binevşên di tûrikên zarokan de
ji balîfên li ber serê me nedihatin êdî
xwîna xezalên ku çavekî xwe li ser feyza xwezayê kiribûn
li derbirîna hêşînî ya zozanan nedikeliya
qaqlîbazên perikên xwe dirûçikandin
sirûda raza berbangê ya demsala payîzê
dikir qurbana hebek hinara bihuştê. (…)
‘Kulînên vala û bê perde’ gazî kîjan bîranînên winda dikin û ‘gunehên’ ku xwe spartine wan, ên kîjan bêîtaetiya me ne? Balîfên ku êdî ‘bêhna binevşên di tûrikên zarokan de’ ji wan nayê; kînga bela xwe ji me vedikin û qaqlîbazên ku perikên xwe dirûçikînin ji kîjan dilê me ne; yê veşartî yan xwiyayî? Rozaya ku hozaneke berkeftî ye; mirov riste bi riste bi pey xalxalokên kurdiya zelal û pak dixe. Carna çavên mirov venabin ji ber çirûskên hestên ku di helbestan de li kemanê dixin, carna mirov xwe winda dike lê ne mirov diyar e ne jî riste. Pirsa kîjan; kîjan riste ye min winda dike? Bê bersiv dimîne. Wekî ku bibêje ‘de way tu winda bûyî, êdî çi dixwazî!’ Lew dizane ku em her tim li pey windabûna di risteyan de ne, em tenê hingê ji axkêşana dijwar û nefirîna ber bi ezman ve xilas dibin û di wê windabûnê de dibin xwedî warek bêwar. Lê ka em niha hiş bin, bila helbest me birevîne:

Derba gîzokê
her li çengek xemsariya di hundirê min de
hatiye werandin dihulkimim
bê hişê xwe/pelikê windayî
yê erbaneya ji qencî û xerabiyê re lê dixe
digerim
guneh li ser milê çepê
yên ji aliyê ferîşteyekê ve hatine nivîsandin
bi pozê pêlava xwe
ya min tê de kulîlk çandiye
diqliqînim
bi axa sor a li ser gora bêkesan
rûyê xwe paqij dikim
êdî nikarim ji giriyê bi dizî re/xeftanekî gulgulî lê heram
bikim sîwan
êdî rihê min li ser derba
li ber xwe dide.
Min û barana dawiya salê pir ji te hez kir Roza, helbest li dinê be!