Dewleta tirk di 20’ê hezîranê de bi balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrîşî wesayîtekê li ser rêya Tirbespiye-Qamişloyê kiribû û di encama vê êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tuma jiyana xwe ji dest dabûn. Bertekên li dijî vê qetlîamê didomin.
Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê têkildarî qetlîamê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin.
Daxuyanî wiha ye: “Duh li Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşa li wesayîtek li ser rêya Tirbespiye-Qamişloyê Hevseroka Kantona Qamişloyê Birêz Yusra Derwêş û alîkara wê û ajokarê wesayîtê hatin qetilkirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Serê malbata wan û gelê me sax be. Rehma Xwedê li kesên jiyan xwe ji dest dayî be.
Ew rêveberên sivîl in
Tirkiyê ev demeke dirêj e, ji bo dagirkeriyeke nû ya li ser herêmên kurdan yên li Sûriyê hewl dide. Piştî ku hêzên herêmî û yên navneteweyî bo vê êrîşê destûr nedan, bi êrîşkariyeke ku her diçe zêdetir dibe, bi ÎHA û SÎHA’yan sûîqastan pêk tîne û bi aşkereyî li van kiryaran xwedî derdikeve. Lê êrîşa vê carê nagirin ser xwe. Ji ber ku kesên jiyana xwe ji dest dan rêveberên sivîl in.
Êrîş binpêkirina hiqûqa navnetewî ye
Tam roja ku li Astanaya paytexta Kazakistanê civîna 20’emîn ya bi armanca ‘normalîzebûnê’ pêk dihat ku Rusya, Tirkiye, Îran û Hikûmeta Sûriyeyê tê de beşdar bûn ev êrîş pêk hat. Ev jî diyar dike ku armanca Tirkiyê li Sûriyê û Rojava ne çareserî û normalîzebûn e. Ji serî ve tenê tişta ku Tirkiye wekî ‘çareserî’ fêhm dike ew e ku pêşî dawiyê li Rojavaya Xweser û paşê jî li rêveberiya Herêma Kurdistanê bîne. Êrîşên pêkhatî bi aşkereyî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Tundî û zordarî ev sed sal e hate ceribandin lê çareserî pêk ne anî. Her wiha rêyên heyî jî girtin. Banga me li hikûmetê ew e ku destkeftiyên kurdan yên li hûndir û li derve û li perçeyên din yên Kurdistanê nas bikin û bi gelê kurd re li hev werin. Ev li hevhatin, qasî ji bo berjewandiya gelê me, ewqasî jî ji bo berjewendiya gelên Tirkiyê ne. Heke ev hezar sal in em birayên hev bin wekî pêwistiya vê biratiyê, destkeftiyên birayên xwe nas bikin û li hûndir rê li ber çareseriyeke demokratîk û aştiyane vekin.
Li dijî êrîşan piştgiriya Rojava bikin
Em bag li NY û YE’yê jî dikin, li hember êrişên Tirkiyê yên ku norm û hiqûqa navneteweyî nas nakin helwestê nîşan bidin. Em gelê xwe yê li her çar perçeyê Kurdistanê û yê li diasporayê, vedixwînin ku li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin. Roj roja yekîtiya neteweyî û pêkve tevgerînê ye.
Êrîşa Trabzonê jî hat şermezarkirin
Her wiha em êrişa nijadperest ku îro li Trabzonê li hember karkerên kurd pêkhatî bi tundî şermezar dikin. Em ji heft birîndarên ku rewşa du ji wan giran e şîfayê dixwazin. Em balê dikşînin ser wê yekê ku ev êriş encama propagandaya dijberiya kurdan ya nijadperest e ku di hilbijartinan de asta wê pir hatibû bilindkirin.”