Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê civiya. Civîn bi mazûvaniya HDP’ê pêk tê. Tifaq wê li ser meyla namzetiya serokkomariyê nîqaş bikin û dê stratejiya hilbijartina giştî ango hilbijartina parlamenteran diyar dike.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê duh civîn li dar xistibû û meyla serokkomariyê ji nû ve li ber çavan derbas kiribû. HDP wê vê meyla ji bo namzetiya serokkomariyê bi partiyên Tifaqê re muzakere bike û biryara dawî bide.
Her wiha dê HDP ji bo meyla bi yek lîsteyê bikevin hilbijartina parlamenteriyê jî bi partiyên tifaqê re nîqaş bike.