Serhildana gelan a li hemberî rejîma Îranê di roja 12an de berdewam dike. Bi mezinbûna serhildanê îhtimala terkirina serok û endamên rejîma Îranê ji zêdetir tê nîqaşkirin. Rojnameya Ingilîstanê ya bi navê The Tîmesê nûçeyek berfireh li ser mijarê weşand. Di nûçeyê de tê daxuyandin ku li gorî çavkaniyên îstîxbaratê Serokê Olî yê Îranê Elî Xemaney li hemberî îhtîmala ku protesto ji kontrolê derkevin, planek lezgînî ya revîna Rûsyayê dinirxîne. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Ev bername dema protesto ji kontrolê derketin, Mihafizên Şoreşê û artêş têk çû dê bi lezginî bikeve dewreyê. Elî Xemaney dê kurê xwe Mûcteba Xemaney jî di nav de dê bi 20 endamên malbatê û xizmên xwe yên nêzîk ve Tehranê biterikîne.
Di bernameya televîzyonek Amerîkî de heman pirs ji Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump jî hate pirsîn. Li ser pirsa pêşkêşvan a wekî, Gelo Xemaney plan dike ku bireve Rûsyayê?” Donald Trump anî ziman ku Xemaney difikire ku ji Îranê biçe cihek din. Li ser mijarê Trump agahiyên zêdetir nedan û dubare kir ku Îran êrîşî çalakgeran bike ew ê bersivek pir tund bidin.
