Me di nivîsa xwe ya beriya vê de bi pirsa; Kîjan çand yekem car li kuderê, çawa û kengî derketine holê? dest bi mijara xwe kiribû. Der barê jiyan û çanda Serdema Neolîtîkê de me dît ku di 60-70ê salên dawî wekî têgîna “Şoreşa Neolîtîkê” derdikeve pêşiya me. Lêbelê pirs, nîqaş û lêkolînên derbarê çand û jiyana Neolîtîkê me dixe nav lêhûrbûn û hûrguliyên dîrokê. Li gorî dane û qebûla giştî ya zanistî nêrîna Şoreşa Çandinî û Gundan a Neolîtîkê pêşî li yek navendê hatiye afirandin û ji wir jî bi demê re li cîhanê belav bûye.
Em dibînin ku ekola ku di antropolojiyê de bi navê “Diffusionist School” tê zanîn jî vê nêrînê diparêze. Ev nêrîn e ku nûbûnek çandî pêşî li herêmek çandî derdikeve holê û ji wir li deverên din belav dibe. Bi gotineke din, tê qebûlkirin ku çand ji navendek yekane diafire û ji wir bi demê re li deverên din ên cîhanê belav dibin. Ji ber vê nêrînê navê “diffusionist” (belavkar) lê hatiye kirin. Ev dîtina ku carna wek rêgez an jî taybetmendiya “Pêşketina ji navendeke tekane” tê binavkirin, îro nêrîna serdest e û roj bi roj zêdetir tê qebûlkirin.
Dema em berê xwe didin nîqaşên li ser şaristanî û rêveçûna dîrokê hin tişt zelaltir dibe. Nîqaşên berê yên li ser şaristaniyê jî gelek têgihîştinê dide. Hema hema dawiya sedsala 18an, dema ku behsa “şaristaniya yekem” tê kirin, Yewnanistana Kevnar dihat bîra me. Di sedsala 19an de dihate fikirîn ku şaristaniya herî kevnar a mirovahiyê Misir e. Şaristaniyên wek Babîl û Asûrî wekî paşverû û berdewamiya Misrê dihatin dîtin. Hebûna şaristaniya Hîtît a dewlemend a li Anatolyayê tenê di dawiya sedsala 19an de hatiye fêmkirin. Paşê, di destpêka sedsala 20an de, tê dîtin ku mirovahî yekem car B.Z. ku di 4 hezar salan de li Mezopotamya Jêrîn û bi Şaristaniya Sumeran dest pê kiriye û ev rastî di nîveka sedsalê de bûye tezeke teqez û bi giştî hatiye qebûlkirin. Ji ber ku hema bêje tu îtîraz li ser teza “Dîrok ji Sumerê dest pê dike” tune bû. Bi vî awayî, nîqaşa ku çavkaniya şaristaniyê û navenda şaristaniyê li ku derê diyar bû. Lê nîqaşên “yek-navendî yan jî pir-navendî” di nava şaristaniyê de demekê dewam kirin. Dema ku di destpêkê de teza pir-navendî serdest bû, ji ber ku encamên nû hatin bidestxistin û hin pêvajoyên nenas bi demê re hatin ronîkirin, diyar bû ku şaristanî ji navendek yekane, Mezopotamya Jêrîn derketiye û ji wir li seranserê cîhanê belav bûye. Ev bibîrxistinên li ser tezên dîrokî di bingeha xwe de gelek tiştan bi me dide fêhmkirin.
Ji bo neolîtîkê, nîqaşên bi vê yekê ve girêdayî hîn jî berdewam dike. Beriya her tiştî li ser jêder û navenda wê nîqaş berdewam kirin û li ser parzemîn û herêmên cihê weke çavkanî tezên cuda dan pêş. Bi demê re nêrîn û bal kişandin ser Rojhilata Navîn û zêdetir li ser Mezopotamyaya Jorîn, erdnîgariyên din yek bi yek ji holê hatin rakirin.
Lêbelê yên ku Misir wekî çavkaniya sereke didîtin, demek dirêj li ser rastbûna van îdîayan israr kirin. Di navbera tezên ‘Hîlala Zêrîn’ û “Misra Kevn” de demek tirêj nîqaşên tund hebûn. Li ser teza “Hîlala Zêrîn” a ku bingeha hemû şaristaniyan li bakurê Mezopotamyayê dibîne û teza “Heliosantrîk” a ku dibêje şaristanî ji Misra Kevn dest pê kiriye û bi belavbûnê pêşî li Asyaya Biçûk û piştre jî li Ewropayê belav bûye, gelek nîqaş pêş diketin.
Lê belê di nîvê sedsala 20an de, di encama lezbûna vekolînên arkeolojîk ên li Mezopotamya Jorîn û lêkolînên li ser dîroka vê herêmê de. Bi vekolînên zanistî yên konkret hatiye îspatkirin ku navenda şaristaniya neolîtîk ne Misir, erdnîgariya bi navê “Hîlala Zêrîn” bûye. Bi vî awayî, pirsa Şoreşa Çandinî û Gundî ya Neolîtîk a pêşî li ku çêbûye, aşkere bû.
Dema em berê xwe didinê em dibînin ku di roja me ya îro de jî hêj nîqaş bi dawî nebûne. Weke şaristaniyê, vê carê jî hat ser pirsa “Neolîtîka yekane yan jî Neolîtîka bi navendên cuda”; û li ser vê mijarê nîqaş berdewam dikin.