Carna mirov dibê qey çemek diherike li nav dil û hişê mirov. Çemekî bihêrs û hawar hawar, çemekî bêdeng û zexel. Carna mirov dixwaze ku ew çem her tiştî bişo ji dil û hişê mirov. Carna jî mirov ditirse. Lê di hemû rewşan de jî mirov midstream e, yanî nêva çem, an jî nêvçem. Li herdû aliyan jî av heye. Herçiqas mirov ew av bi xwe be jî, piştî derekê êdî dibe xerîbê wê avê. Li nava çem û avê disekine û dixwaze hivza xwe ji wê av û çemê ku mirov bi xwe jî parçeyek jê ye bike. Ev rewş zor û trajîk e jî. Ji ber ku xerîb jî êdî mirov bi xwe ye. Wek wê meseleya ku dibêje xerîbên herî mezin ji nav nasên mirov derdikevin…
Mirov jî ji bo ku ewqas nas e êdî xerîba/ê xwe ye. Û ji bo ku xerîba/ê xwe ye jî ewqas nas e. Tu av nikare vê xerîbiyê bişo û tu jêbir nikare vê nasitiyê jê bibe. Wek pandûl-dardarokeke li nava her tiştî asê dimîne. Ne diçe ne tê. Ne li erdê ye ne li asîman. Ne sekinandiye ne jî dilive.
Lê çemê dil û hiş bi yê demê re diherike û her tişt diçe jî. Saetek paşê em ê êdî ne em ên niha bin mesela û sibê vê çaxê Xweda zanibe em kî ne. Temam, ewqas jî na. Lê hin tişt eynî bin jî em êdî ne em in. Haya me jê tunebe jî guhertinên mezin çêdibin. Guhertinên nedîtî… Belkî xerîbiya herî mezin jî ev be. Mirov wisa hepsê nava çerxê dibe ku nizane û nikare bibîne ku çawa diguhere jî.
Lê çi dibe bila bibe, dê guherînên xweş bên dîtin û demek bê, dê her kes bibêje merheba. Merheba ji te re, ji we re, ji her tiştî re. Jixwe jinan zû de ev merheba nexşandiye li dem û dewranan.
Merhebaya jinên serwer û azad e ya ku niha dihêle gul li zivistanê jî vebin. Ew guherîna mezin e ku niha dihêle ev çem dil û hişê me me nexeniqîne. Guherîn… Gelek delal û dijwar e lê… Dema ku wan jinên li paytexta dilê me wan cilên reş derxistin û virvirandin ser serê xwediyên wan ên rûreş, dinya çawa hejiya, ne? Hê jî diheje. Loma ye ku carna em dibêjin qey dil di dergûşa zaroktiyê de ye û bi xweşhalî me dihejîne. Çimkî ew reşahî çû, ew bêçavî, ew bêrûyî, ew bêbiharî qediya. Ji ber ku jîn hat dinyayê û wek ku min çend sal berê jî gotibû:
Teyrejîn… Teyrejin firiyan li her derê. Wan teyrejin û teyrejînan her tişt bi firê xistin. Baskên jiyanê çêbûn, baskên demê, baskên çîrokan… Hebûna bi per û bask bû diyariya teyrejînan. Hebûna ku têra xwe û her tiştî dike. Hebûna ku tim li ser piyên xwe disekine. Hebûna ku ji xwe pêvetir mineta wê ji kesê/î nîn e. Hebûna ku bi çavên welê azad li her tiştî dinihêre ku tişta kes nabîne ew dibîne. Ji ber ku teyrejîn e ew hebûn, awirên wê her tiştên her tiştî dibîne.
Heyvdilya
Baskên te yên şîn
Şefeqê tînin ber şibakê
Keçên kurd û ecem
Şahiya te dinexşînin li xalîçeyan
Te bask hene Heyvdilya
Demsalên simbilî hene
Te bajarên êvarê hene
Baxçên jîndar hene
Me tu tişt nîn e Heyvdilya
Baskên te yên belek
Asîmanan dixemilînin
Pelên çinaran dibarînin
Li ser serê cînaran
Baran dibare
Em bi rastî jî
Ji te hez dikin Heyvdilya
23ê nîsana 2009an
Zîndana Elbistanê
(Dîwana Dilavî)
Ev helbest jî firiya hat û xwe tev li vê gotarê kir. Qey Heyvdilya bû ku paşê bû Teyrejin… Ji ber ku yên heyv li dilên wan tunebe nikarin bifirin. Çimkî taveheyv e ya ku per û baskên jînan çêdike, ne?
Bila sala nû baskdariya me û welatê me bi her awî bilindtir bike.