12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevî biryara dadgehê nahêlin şaredarê Erxeniyê li peywira xwe vegere

Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya beraet kir. Lê bi heman hincetê lêpirsîneke nû lê hate vekirin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr bertek nîşan da û got ku ji bo tayînkirina qeyûm hewl didin hinceteke hiqûqî ava bikin.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 23’yê adara sala 2020’an de bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ji peywirê girt. Li şûna Kaya jî qeyûm hate tayînkirin. Kaya, ji dosyaya weke hinceta girtina wî ya ji peywirê hatibû nîşandan beraet kir. 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara beraetê da û ji ber ku serlêdana temyîzê tune bû, biryar di 7’ê nîsanê de teqez bû. Parêzerên Kaya li ser Walîtiya Amedê serî li Wezareta Karên Hundir da. Hat xwestin ku Kaya dîsa vegera ser peywira xwe.

Walîtiyê îtîraz kir

Piştî îtîraza walîtiyê, 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara beraetê ya di 30’ê adara 2021’ê de dabû û di 6’ê nîsana 2021’an de teqez bûyî betal kir û ji bo walîtî û dozgerê di mutalaaya xwe de daxwaza beraetê dabû rêya îtîrazê vekir. Li ser vê yekê dozgeriyê û Walîtiya Amedê, ji bo ku biryara beraetê were betalkirin li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Amedê îtîraz kirin.

Îtîraz hate redkirin

2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê diyar kir ku ji ber sûcê heyî çi zirar negihiştiye walîtiyê mafê wê yê îtîrazê nîne û dozgeriyê jî di dema xwe de îtîraz nekiriye û bi vê sedemê biryara beraetê bêyî ku li Dadgeha Bilind îtîraz were kirin betal kir. Biryar, di 22’yê gulanê de teqez bû û Kaya ji bo vegere ser peywira xwe di 13’ê hezîranê de serlêdan kir.

Derheqê Kaya de ku biryara beraeta wî teqez bûbû, demildest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsînek hate destpêkirin û nehiştin Kaya biçe ser peywira xwe. Li gel ku rêya îtîrazê girtî ye jî, di nirxandina periyodîk a Wezareta Karên Hundir her du mehan carekê derheqê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin de parve dike de hat îdiakirin walîtiyê li Dadgeha Bilind îtîraz kiriye. Wezaretê got ku “Walîtiya Amedê li Dadgeha Bilind îtîraz hatiye kirin” û “Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê Kaya de lêpirsîn daye destpêkirin” û bi van hincetan jî 2 mehên din ji peywirê hatiye dûrxistin.

‘Pêvajo pir dirêj kir’

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî tayînkirina qeyûman û tevî biryara beraetê jî nedayîna peywirê nirxand. Ozdemîr got ku pêşiya tayînkirina qeyûman, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ku piştî Rewşa Awarte (OHAL) hatin derxistin hatiye vekirin.

Ozdemîr, bi bîr xist ku di sala 2016’an de li şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) qeyûm hatine tayînkirin û wiha got: “Di sala 2019’an de jî li yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qeyûm hatin tayînkirin. Piştî vê pêvajoyê, hevşaredar ji peywirê hatin girtin, derheqê wan de tawanbariyên bêbingeh hatin kirin, hatin girtin û cezayên giran lê hatin birîn. Li gorî xala 127’an a Destûr Bingehîn, Wezareta Karên Hundir nikare şaredarekî ji peywirê bigire û li şûna wî/ê qeyûm tayîn bike. Ev 7 sal in ev pêvajo bi awayekî derqanûnî hate meşandin.”

Hincetên keyfî

Bi domdarî Ozdemîr got ku girtina endamên meclisa şaredariyê ya ji peywirê jî li dijî “mafê bijartin û hilbijartinê” ya xala 127’emîn a Destûra Bingehîn e û wiha pê de çû: “Ji bo girtina ji peywirê jî hincetên weke ‘endamtiya rêxistinê’, ‘bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê’ û hwd. tên nîşandan. Di esasê xwe de li Tirkiyeyê tawanbariya endamtiya rêxistinê û alîkariyê bi awayekî keyfî ji hêla dozgeran ve tê kirin. Xebatên siyasî yên şaredaran, xweîfadekirin, tevlibûna merasîma cenazeyekî ku tiştekî însanî û wijdanî ye, çûna şînê û hwd. weke sûc tên nîşandan. Anku rolên wan ên civakî û xebatên wan ên di nava partiyê de dibin mijara sûcdariyê. Ev yek jî di nava xwe de rewşeke derhiqûqî diafirîne. Lê belê Wezareta Karên Hundir bi awayekî keyfî van tiştan weke hincet nîşan dide û dixwaze veguherîne bingeheke hiqûqî ya tayînkirina qeyûman.”

‘Binpêkirina CMK’ê ye’

Têkildarî Hevşaredar Ahmet Kaya jî Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Kaya ji lêpirsîna ‘endamtiya rêxistinê’ beraet kir. Hem dema wê derbas bûbû hem jî mafê îtîrazê yê Walîtiya Amedê nebû lê dîsa jî îtîraz kir. Li ser vê yekê dadgehê şerha teqezbûna biryarê betal kir. Ev tişta hatiye kirin, li dijî Qanûna Mihakemeya Cezayan (CMK) e. Li ser daxwaza saziyeke ku aliyê dozê nîne, biryara teqezbûyî hatiye betalkirin û bi vekirina rêya îstînafê re mafên Kaya hatine binpêkirin. Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ev îtîraz red kir û li gorî CMK’ê tevgeriya.”

‘Diviya dîsa li peywira xwe vegeriya’

Di berdewamê de Ozdemîr got ku diviya bû piştî biryarê Kaya vegeribûya ser peywira xwe û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de piştî teqezbûna biryara beraetê diviyabû li gorî xala 47’emîn a Qanûna Şaredariyan a hejmar 53/93 dîsa li peywira xwe vegeribûya. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo ku Kaya dîsa li peywirê neyê vegerandin, bi heman tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya vê lepirsînê de biryar hatiye dayîn ku weke tevdîr li peywirê neyê vegerandin.”

‘Kirin hinceta tayînkirina qeyûman’

Ozdemîr, diyar kir ku 4 roj piştî teqezbûna biryara beraeta Kaya derheqê wî de lêpirsîneke nû hatiye vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek, tê wateya domandina polîtîkaya qeyûman. Li Tirkiyeyê bi taybet jî li Kurdistanê her kes bi tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ re rû bi rû ye. Ev pênaseya sûc, bi awayekî keyfî û bêbingeh tê kirin û rê li ber cezakirina mirovan vedike. Derhiqûqtiya li dijî Ahmet Kaya, bi rêya tawanbariyeke keyfî ya dozger hatiye kirin. Bi vê yekê re kirin ku Wezareta Karên Hundir weke tevdîr ji peywirê dûr bixe û hewl didin ji bo tayînkirina qeyûman bingeheke hiqûqî ava bikin.”