Tevgera Azadî têkildarî biryara Encûmena Bilind ya Dadgeriya Iraqê ya girtina 3 partiyên siyasî li Silêmaniyê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Huseyîn diyar kir ku ew biryara Encûmena Bilind ya Dadgeriya Iraqê li ser platformên medyaya dijîtal hîn bûne û wiha got: “Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku 17’ê Cotmeha 2014’an de hat avakirin, ji roja avabûyî ve têkoşîna sivîl dimeşîne. Her wiha destûra fermî ji Saziya Karûbarên Siyasî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê wergirtiye. Dema em ev biryar bihîst matmayî man.”
Tara Huseyîn destnîşan kir ku beriya wergirtina biryarê nehatine agahdarkirin û anÎ ziman ku biryar ne qanûnî ye.
Di dewamê de Tara Huseyîn bal kişand ser dahata aborî ya Tevgera Azadî û wiha got; “Tevgera Azadî ji bilî piştgiriya gel û abonetiya endamên xwe tu pere û çavkaniyên aborî ji tu hêz, kom û partiyan wernegirtiye. Tevgera Azadî yekane partî ye ku çavkaniya dahat û aboriya wê zelal e. Ev biryar li dijî prensîbên partiya me ye. Kesên ku di kişandina dagirkeran ji bo Kurdistanê de cih digirin, divê bên darizandin. Em bang li Serokomar û Serokwezîrê Iraqê dikin ku îsbat bikin ku Tevgera Azadî li ku derê tiştekî neqanûnî kiriye. Bi rastî em li dijî her hêzeke biyanî ne ku li dijî nirxên Iraqê ne. Em hêzeke sivîl, demokrat, xwedî destûr in û em amade ne bi rêya parêzerên xwe li hemberî her tawanbariyan li dijî me tên kirin, têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku helwestekê nîşan bidin û ji nêz ve şopdarê vê dozê bin. Ji ber ku ew biryarek siyasî ye ku agahiyên nerast û destên derve û xiyanetê li pişt vê biryarê ne.”