Meclisa Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclisa Ragihandinê ya TEV-DEMê bal kişand ser sûc û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku rojnamevanên herêmê çav û şahîdên sûcên dewleta Tirk a faşîst in.
Di daxuyaniiyê de TEV-DEMê diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û wiha got: “Rojnamevan bi kamera û raporên xwe derew û îdiayên şerê dirûnî yên ku dewleta Tirk dide meşandin, radixin ber çavan. Rojnamevan her wiha berxwedana efsanewî ya HSDê û îradeya xurt a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana gel bi destkeftiyên xwe radigihînin. Ji ber vê yekê dibin hedefa dewleta Tirk a faşîst a ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike.”
Di dewam daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji destpêka şerê li Bendava Şehîdan (Tişrînê) ve gelek rojnamevan bûn hedefa rasterast a dewleta Tirk û ev tişt hat gotin: “Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarê Sirînê yê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Duh jî (15ê Sibata 2025an) rojnamevan ê ji bajarê Efrîna dagirkirî Egîd Roj li Bendava Berxwedanê (Bendava Tişrînê) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bû. Ev jî careke din tirsa dewleta Tirk a faşîst ji ragihandina azad a ku hovîtiya wê aşkera dike, nîşan dide. ”
Di daxuyaniyê de soza şopandina şehîdên xeta ragihandina azad hate dayîn û bêdengiya hêzên nanveteweyî ya li êrîşên dewleta Tirk jî hat şermezarkirin. Hate gotin ku bêdengî dewleta Tirk teşwîq dike ku hîn zêdetir sûcan bike.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo şopandin û nirxandina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û hedefgirtina rojnamevanan komîteyeke serbixwe ava bikin.