Têkildarî mijarê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyama sersaxiyê weşand.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Em sersaxî didin gelê xwe û malbatên şervanên YAT`ê yên ku di qezeya ketina 2 helîkopteran li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûne. Ev şervan di salên şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li hember terorê xwe kirin bendeke asê.
Em destnîşan dikin ku heta pêkanîna serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan û nirxên wan ên exlaqî bin.
Em bang li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên 9 şehîdan li gorî usulan radestî malbatên wan bikin.”