18 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-DEMê êrîşên li dijî Durziyan şermezar kir

TEV-DEMê êrîşên komên alîgirê HTŞê yên li dijî Durziyan şermezar kir û ji bo Sûriyeyeke wekhev, demokratîk, nenavendî û ji bo rakirina tarîtiya li ser jin, ciwan, gelan û çandan banga mezinkirina têkoşînê kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên li ser Durziyan ên li gundewarên Şamê û Siweydayê daxuyaniyek da. TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de êrîşên li ser dursiyan şermezar kir û bang li tevahiya pêkhateyan kir ku nebin qurbanî ji polan û siyasetên qirkirinê re. TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Hilweşîna rejîma Esed bû hêviya avakirina Sûriyeke nû, demokratîk, wekhev, nenavendî û hevbeş, bi beşdarbûna tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê. Lê diyar e zîhniyeta îslama sunnî ya Îxwan El Muslimîn bi piştgiriya Osmaniya Nûjen li Şamê bi cih bûye.”

Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi navê şerê bi bermahiyên rejîmê re, zêdetirî 30 hezar kes ji pêkhateya Elewî bûn qurbanî li ser destê hikumeta Şamê. Di milekî de komkujiyan dike û di milekî de jî hêsiran li ser qurbaniyan dibarîne, wekî ku ji derveyî siyaseta wî tevger hatiye meşandin. Ji bo rêgirtina li ber komkujî û şerekî navxweyî, HSD’ê peymanek bi Ehmed El Şeri re danî û ta roja îro jî cidiyeta Şamê di nava gumanan de ye. Di dema dawîn de, komên ku qaşo nayên kontrolkirin, êrişên xwe vê carê li ser pêkhateya Durzî pêk anîne, li Ceremana, Eşrefiye û gundewarên Siweydayê ku zêdetirî 100 sivîl û berevanên Durzî canê xwe ji dest dane.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “TEV-DEM bang li tevahiya pêkhateyan dike ku nebin qurbanî ji plan û siyasetên qirkirinê re, têkoşîna xwe mezin bikin ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û wekhev, dûrî zîhniyeta qirkirin û ferzkirina tariya hezar salan li ser gel, jin, ciwan û çandên cuda. Em bang li raya giştî ya cîhanê, demokrasîxwaz û saziyên navneteweyî dikin ku di xizmeta avakirina Sûriyeyeke demokratîk de, rê li ber planên qirkirinê, yên Tirkiyeyê û DAIŞ’ê bigirin û tawanbaran bidarizînin.”