Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tevgerê Cejna Êzî li civaka êzidî û gelê Kurd, pêkhateyên herêmê, şervanên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz kir.
Tevgerê diyar kir ku ev cejn, gelek girîng e û li Mezopotamyayê cejna pêşîn e. Her wiha got: “Êzidî, di pêvajoyeke gelek girîng û hesas de cejna xwe pîroz dikin, êş û komkujiyên li Şengalê, herêmên dagirkirî wekî Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî hîna zindî ne. Gelê me yê koçber li kampên Şehbayê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hikumeta Şamê ve dorpêçkirî ye.”
TEV-DEM`ê destnîşan kir ku civaka êzidî li Şengalê hîna rûbirûyî sûcên şer û siyasetên PDK`ê ye û êzîdî ji ber armancên siyasî yên partiyetî û bêdengiya hikumeta Bexdayê, nikarin bi hêsanî vegerin warên xwe.
TEV-DEM`ê Cejna Êzî li gelê êzidî pîroz kir û hêvî kir ev bone, bibe wesîleya xurtkirina berxwedan û hevgirtinê li hember komplo û siyasetên li dijî vîna civaka êzidî.
Her wiha TEV-DEM`ê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û yên parastina kêmneteweyan kir ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku li dijî civaka êzidî li Iraqê û Sûriyeyê sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê pêk tîne, bînin cih.