Endamên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê kom bûn. Meclisê der barê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Narîn Xelîl Muslim daxuyanî xwendin û diyar kir ku dewleta tirk bi siyaestên tecrîda mutleq ku li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê dimeşîne benda 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û tevahî qanûnên mafên mirovan ên li dunyayê bin pê dike.
Narîn anî ziman ku kiryarên çewsîner û derexlaqî kîna û binkeftina rejîma faşîst nîşan dide û got “Rejîma faşîst bi rêya şerê taybet hewl dide di şexsê Rêbertî de îradeya gelan bişkîne. Ev kiryar dûrî nirx û pîvanên exlaqî ne. Faşîzma Tirk êdî li ser siberoja welatên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê xetereyê çêdike, lê felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan sînorê Kurdistanê derbas kiriye û ji bo aloziyên li herêmê dikarin wekî çareserî bên pêkanîn.”
Narîn bal kişand ser bêdengiya saziyên Neteweyên Yekbûyî û CPT’yê ya li hemberî pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku “bêdengiya wê durûtiya pîvanên navneteweyî îsbat dike û destekê didin Tirkiye ku tecrîd û şerê qirkirinê yên li ser gelê Kurd bidomîne, bêyî ku hesab jê were pirsîn.”
Di daxuyaniyê de tecrîd û ’Cezayê dîsîplînê” hatin şermezarkirin û bang li tevahî azadxwazên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin bila dawî li kiryarên xwe. Hate gotin: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were em erkên dikevin ser milê me pêk bînin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin.”