Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Rêxistinên civaka sivîl misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne” 5’emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd wek hevserokên nû yên TEV-DEM’ê hatin hilbijartin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed der barê naveroka konferansê, biryarên ku di konferansê de hatine girtin û her wiha şerê li başûr pêş dikeve nirxandinên giring kirin.
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed, ewil bal kişand ser destpêka avakirina TEV-DEM’ê wiha axivî: “Piştî di 2004’an de serhildana Qamişlo pêş ket, rejîmê bi êrîşekê xwest gelê kurd û ereb şerê hev bike. Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, berî her tiştî me li dijî siyaseta rejîmê hewl da xwe bi rêxistin bikin. Ji bo guherîna demokratîk pêk bê pêwiste gel amade be. Li ser vî esasî karê rêxistinî hat kirin. Me hewl da pergala rêveberiyên xweser pêş bixin û hemû qad û beşên civakê xwe bi rêxistin bikin. Her qadên civakî, siyasî, pîşeyî karibin xwe bi rêxistin bikin, komîsyon, komîn û meclisên xwe ava bikin. Tevgera Civaka Demokratîk li ser esasê ku her qadên civakê bi rêxistin bike hat avakirin. Li ser esasê birêxistinkirina civakê şoreşê bingeha xwe ava kir û karibû heta niha xwe bi rêve bibe. Bi felsefeya Modernîteya Demokratîk Rêveberiya Xweser li herêmê ava bû. Niha bi her alî li tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê pergala xwerêveberiyê hatiye avakirin. Di her milî de rêxistinek xweser heye. Ji bo gel karibe bi rêk û pêk di hundirê pergalê de xwe bi rêve bibe, pêdivî bi Tevgera Civaka Demokratîk (DEV-DEM) hebû. Ji bo civak karibe li hemberî hemû siyaseta desthilatdar û komploger xwe biparêze li gorî pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin kir. Ev rêxistinbûn li cîhanê bû mînak. Bi vê pergalê salên dirêj ên şoreşê xebat tê meşandin. Pêşketinek berbiçav heye. Her kes li gorî vê pergalê xwe bi rêxistin dike. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di destpêkê de bû wekî dayikekê û her beşê civakê xwe li dora wê bi rêxistin kir. Gel li derdora wê xwe kom kir.”
Şerekî bê edalet heye
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed, li ser armanca dirûşmeya kongreyê rawestiya û got: “Li ser esasê xwe rêxistinkirinê TEV DEM’ê kongreya 5’emîn li dar xist. Bi dirûşmeya ‘Avakirina civaka demokratîk, mîsogeriya azadî wekhevî û edaletê ye’ pêk hat. Sedema vê dirûşmeyê, em di rewşeke aloz de dijîn. Li herêmê şerê taybet tê meşandin. Êrîş hîn didomin. Gelek herêmê hatine dagirkirin. Kiryarên giran li ser gel û civakê tên meşandin. Cihanê çavê xwe li ber şoreşê girtî ye. Li dijî van êrîşên li ser gel û civakê bêdengiyek heye. Di milê saziyên civakî, hiqûqî û mafên mirovan de di asta cîhanê de bêdengiyek heye. Niha şerekî bê edalet li ser vê axê heye. Dagirkeriyek li ser axa me heye. Divê em xwe ji vê dagirkeriyê azad bikin. Divê em xwe ji dewletên komploger biparêzin. Gelek bedelên mezin hatine dayîn. Gelê me berxwedanek mezin pêş xist. Cangorî ji bo parastinê şehîd bûn. Gelê me ku dekek mezin da, tîyê azadiyê ye. Ji bo aram bijî, divê di nava edaletê de bijî. Dema di nava civakekê de qehremanî û berxwedanî pêş dikeve, ew civak dixwaze azad û aram bijî. Dixwaze di nava edaletekê de bijî. Ji bo vê yekê bi vê dirûşmeyê xebatên 5’emîn Kongreyê hatin meşandin. Meclisên edaletê û hiquqê di nava TEV DEM’ê de hatin avakirin. Yekîtiya parêzeran ji bo edaleta civakê di nava tevgerê de xebatên xwe dimeşînin. Hemû hewldana TEV-DEM’ê ewe ku şoreş bi ser bikeve ye.”
TEV-DEM armanc dike hemû pêkhateyan hembêz bike
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed bal kişand ser xebatên TEV-DEM’ê û wiha pêde çû: “Ji bo hemû rêxistin, wekî saziyeke konfederal di bin sîwana wê ya demokratîk de cihê xwe bigirin xebatek pêş ket. Salek berê hemû saziyan konferansên xwe pêk anîn. Kongre xebatek sereke yê TEV-DEM’ê ye. Armanc dike ku hemû kesayet û rêxistinan di bin siwanê de bi rêxistin bike û hembêz bike û biparêze.”
‘Erka me ye ku em fikrên Rêber Ocalan li cîhanê belavbikin’
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed, bal kişand ser xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan jî û wiha got: “Bi taybet ji bo azadiya Rêber Ocalan, her kes dixebite. Bi taybet piştî ji aliyê rewşenbîr û dostên kurdan ve hamleya 10’ê cotmeha 2023’an dest pê kir, em jî wekî TEV DEM’ê, bi taybetî bi yekîtiya bijîşkan û parêzeran ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan têdikoşin. Ji bo tenduristiya Rêber Ocalan konferans û seminer pêk hatin. Ji bo saziyên hiqûqê yên cîhanê bêdengiya xwe xera bikin xebat hatin kirin. Dîsa ji bo yekîtiya parêzeran karibin rola xwe bilîzin, seminer pêk anîn û name ji saziyên eleqeder re şandin. Li ser esasê azadiya Rêber Ocalan û avakirina civakek demokratîk xebatên me berdewam dikin. Heta astekê xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan hatine kirin. Ji bo demên pêş jî plansazî hatiye kirin. Hamle dê bêtir bên xurtkirin û xebat di asta jor de, dê bên meşandin. Li ser esasê felsefeya Rêber Ocalan ku şoreş ava kiriye, xebatek pêş dikeve. Meşa azadiyê pêş dikeve. Ji bo di asta cîhanê de em fikr û ramanê Rêber Apo belav bikin erka ku dikeve ser milê me, em hewl didin pêk bînin. 25 sal berê komployek li dijî Rêber Apo pêk hat. Heta niha li dijî vê komployê bêdengiye heye. Li gel ku hukmê wî yê muebetê bi dawî bûye jî hêj dîlgirtî ye. Divê hemû civaka cîhanê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Divê her civak li dijî pergala dewleta xwe derkeve. Kengî civakê dewletan li dijî dewleta xwe derket wê demê dê pergal bê guhertin. Ji ber vê yekê erka me ye ku em fikr û ramana Rêber Ocalan li asta herêmî û cîhanê li her malê û civakê belav bikin.”
Hemû gelê Rojava ji bo azadiya fizîkî têdikoşin
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihamed, bal kişand ser hamleya ku 10 meh in didome û wiha pêde çû: “Azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi hev ve girêdayî ye. Heta Rêber Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd çareser nabe. Di şexsê gelê kurd de Rêber Apo û di şexsê Rêber Apo de gelê kurd tê tecrîd kirin. Heta niha hêzên navdewletî û dewletên cîhanê ji bo azadiya Rêber Ocalan tu gav neavêtine. Her tim gelê kurd ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û dewletî dane şixulandin. Sal bi sal êrîş û komkujiyên li ser gelê kurd zêde dibin. Herî dawî me dît ku li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê komkujî pêk anîn. Niha li başûrê Kurdistanê bi destê kurdan başûr tê dagirkirin. Ji bo kongreyek neteweyî pêk neyê û yekîtiya kurd ava nebe, her tim astengiyan derdixin û kurdan li dijî kurdan didin şerkirin. Her çend 4 dewletan çar parçeyê Kurdistanê dagir kiribin jî, Tirkiye vê carê ji xeyni bakur, dixwaze li Rojava û Başûr dagirkeriyek nû pêş bixe. Tirkiye li ser başûr êrîşek nû pêş dixe. Li hemberî wê gerîlayê azadiya Kurdistanê berxwedanek dîrokî pêş dixe. Tevî hemû çekên kimyewî û herî giran ên NATO’yê berxwedanek dîrokî pêş dixe. Bi taybetî gerîlayê YJA-STAR û HGP’ê, berxwedanek bêhampa dimeşîne. Em 40’emîn salvegera 15’e tebaxê li hemû gerîlayan û gelê me pîroz dikin. Îro di asta çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê de civak piştgiriya xwe didin tevgera azadiyê. Ev nîşan dide ku em dikarin li dijî hêza netew-dewlet guhertinek demokratîk pêş bixin. Bi destê gelan ev komplo dikare bê şikandin. Ji bo vê yekê ev hamle pir girîng e û heta astekê encam girtiye. Di nava civaka demokratîk de piştgiriyek mezin ji bo vê hamleyê heye. Hem parêzerê bakur û rojhilatê Sûriye u hem jî bijîşkên girêdayî TEV-DEM’ê piştgiriyek mezin didin vê hamleyê. Bi tevahî gelê me ji bo ev hamle bi ser bikeve têkoşînek mezin dimeşîne. Niha bi xwendina fikrên Rêber Ocalan xebatek nû tê meşandin. Disa her sazî û rêxistin di çarçoveya hamleyê de xebatên cuda dimeşînin. Heta astekê astek cîhanî girtiye.”
Belavkirina fikrên Rêber Ocalan erka sereke ye
Remziye Mihemed, da zanîn ku pêdivî bi xebatên hîn mezintir û hîn firehtir hene û got: “Ji bo em karibin fikr û felsefeya Rêber Ocalan li her derê belav bikin pêdivî bi têkoşînek mezintir heye. Ji bo vê yekê pêdivî bi bêtir çivîn, konferans û semîneran heye. Divê her kes bigêje qeneetekê ku her çiqas rêber Ocalan di zindanê de be jî bi fikr û felsefeya wî şoreşek tê meşandin. Ji bo azadiya gelekî bindest felsefeyek pêş xistiye. Ji bo azadiya jin, felsefeya Jin Jiyan Azadî belav kiriye. Serhildana rojhilata Kurdistanê pêş ketiye. Bilavkirina fikr û felsefeya Rêber Ocalan hem erka gelê kurd e û hem jî erka dostên kurdan e. Erkê hemû gelên rojhilata Navîn e. Ji ber ku saziyên navdewletî û hêzên navdewletî ji bo azadiya Rêber Ocalan rol û rista xwe nalîzin. Ji bo wê divê gelên azadîxwaz bêtir fikrên Rêber Ocalan belav bikin û têbikoşin. Ev erkekî sereke yê hemû civakan e.”
Şerê taybet dixwaze komîn û meclisan tasfiye bike
Hevseroka TEV-DEM’ê Mihemed, li ser biryarên ku di kongreyê de hatin stendin jî rawestiya û ev agahî dan: “Gelek biryar hatin stendin. Bi taybet ji bo xurtkirina perwerdehiyê biryar hat girtin. Pêwistî hemû yekîneyên me di aliyê perwerdehiyê de xwe xurt û bi rêxistin bikin. Divê li dijî hişê ku sed salin dewletê di meşiyê civakê de çandiye em xwe ji nûve perwerde bikin û hişekî li gorî neteweya demokratîk û civaka demokratik pêş bixin. Hem akademiyên girêdayî TEV-DEM’ê yên li kantonan û hem jî xebatên komîteyên perwerdehiyê di her saziyê de erka xwe pêş bixin û xurt bikin. Divê her kes xwe di nava vê perwerdehiyê de bibînin. Ji bo em karibin komîn û meclisên xwe ji nûve xurt bikin, pêdivî lêvegerek nû heye. Ji bo vê yekê hamleyek dê bê pêşxistin. Di nava çivakê de siyaseta şerê taybet tê meşandin. Ev şerê taybet dixwaze komîn û meclis bêne belavkirin(tasfiyekirin). Li dijî vê yekê divê feraseta rast a komînê bê avakirin. Yekîneya komînan bê xurtkirin û ev xebat ji nûve di ber çavan re bê derbaskirin. Bi taybet ji bo jinên ciwan divê rêxistinkirinek mezin bê avakirin. Divê di nava TEV DEM’ê de di her pîşe û karî de jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin. Ji bo jin bi taybet di nava saziyên girêdayî TEV-DEM’ê de xwe ava bikin û bi rêxistin bikin dê xebatek bê meşandin. Ji bo jin di nava hemû beşên civakê û saziyan de xwe bi rêxistin bikin xebatek sere rêxistinkirina jinan e.”
Heta kongreya Neteweyî pek bê em ê bixebitin
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed, li ser xebatên ji bo Kongreya Neteweyi jî rawestiya û got: “Wekî TEV DEM’ê ji destpêka şoreşê heta niha hewl daye xebatekê bike. Bi taybetî heta ku partiyên siyasî kongreyek Neteweweyî li dar nexin û yekîtiyek neteweyî ava nekin, dê ev êrîşên li ser gelê kurd bidomin. Dê komkujî li ser gel bidomin. Dê her şer bidome. Wekî TEV DEM’ê yek ji xebata me jî ewe ku em ji bo lidarxistina Kongreya Neteweya Kurd xebatê bikin. Heta ku ev kongre pêk bê dê xebatên me bidomin. Plansaziyên li ser vî esasî hatiye kirin û wekî erkekî me daye ser milê xwe.”
Em hewl didin dawî li dagirkeriyê bînin
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed bal kişand ser têkoşîna li dijî dagirkeriya bajarên Rojava û wiha pêde çû: “Yek ji xebatên me yên sereke têkoşîna li dijî herêmên dagirkirî ye. Xebatên hemû civakê û saziyên girêdayî TEV-DEM’ê ewe ku em xebatekê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bimeşînin. Em hewl bidin dagirkeriyê bi dawî bikin û xelkên herêmê karibin dîsa li cih û warên xwe vegerin. Bi taybetî kesên koçî welatên cûda yên cîhanê kirine û koçî bajarên cuda kirine ji bo dîsa li axa xwe vegere yek ji xebata me ya sereke têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye. Xebata sereke ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera welatiyan a li ser axa xwe ye.”
Pêwistî bi dîplomaiyek xurt heye
Mihemed, li ser ebatên dîplomasiyê jî rawestiya û ev agahî dan: “Hîn şoreşa jinê û şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de hîn bi qasî em dixwazin nehatiye naskirin. Xebatên dîplomasiyê di asta nasandinê de kêm maye. Di asta cîhanî de jî pêwiste xebat bên meşandin. Ji ber vê yekê divê di milê dan û stendin û dîplomasiyê de xebat bê kirin. Da ku şoreşa jin bê naskirin û pergalek demokratîk di nava her civakê de bê avakirin. Ji bo ev şoreşa li herêmê û cîhanê bê naskirin û parvekirin pêdivî bi dîplomasiyek xurt heye. Ji bo vê yekê plansazî û bernameya me ya xebatên dîplomasiyê heye.”
Hêzên komploger xebata reşkirinê dimeşînin
Ji bo xebatên jinan jî, danasînek baş a xebat û têkoşina jin nehatiye kirin. Ji ber ku li dijî têkoşîn û şoreşa jinê reşkirinek têkoşînê jî heye. Pergala netew-dewlet û hêzên komploger her tim li dijî têkoşînê xebatek reşkirinê dimeşîne. Hêzên netew-dewlet ji bo şoreşa jin vala derxin serî li hemû rêbazên reşkirinê didin. Ji ber ku rêveberiyên xweser û demokratîk ne li gorî berjewendiyên pergala netew-dewletê ye. Ji bo vê yekê divê şoreşa jin û tecbureyên jinan baş bên naskirin û bo vê yekê pêdivî bi pêşxistina xebatên jinan heye. Dîsa xebatên ciwanan jî bi vî rengî ye. Erka me ewe ku em pergala rêveberiya xweser, têkoşîna jin û şoreşa jin û civakek demokratîk li her derê bidin naskirin û xuyakirin.
Hevkariya PDK’ê li dijî doza kurd xiyanetek mezin e
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed, li ser şerê başûrê Kurdistanê jî rawestiya û wiha got: “Bi taybet şerê li başûr tê meşandin û wekî PDK jî cihekî sereke di nava vî şerî de cih digire, ev ji bo dîroka kurdan dîrokekî reş e. Pêşengtiya PDK’ê û piştgiriya dewleta tirk dîrokek reş e. Tirkiye armanc dike ku şerekî navxweyî pêş bixe. Dixwazin kurd xwe bi xwe hev qir bikin. Ev îxaneta ku PDK rol girtiye ji bo kurdan dîrokek reş e. Gerilayê tevgera azadiya Kurdistanê û hêzên parastina Kurdistanê de li çiyayê Kurdistanê û qadên azad, ji bo aramî, azadî û ewlehiya hemû Kurdistanê şerê parastinê dimeşîne. Li aliyê din PDK li hemberî vê yekê hevkarî û pêşengiya dewleta tirk dike û şer dike. Hewl dide vîna gerîla bişkîne. Ev ji bo PDK’ê dîrokek reş e. Li dijî doza neteweya kurd xiyanetek mezin e. PDK bi vê helwestê dê tu carî nikaribe bibe xwedî vîn. Dijmin tu carî kurdên xwedî vîn ji bo xwe nake pêşeng. Lê ji bo kurdan bi hev bide şerkirin û qirkirin, hin kurdan ji bo xwe dike maşik. Divê PDK vê rastiya xwe bibîne û xwe ji nava şerê qirêj derxîne. Divê xwe ji nava şerê birakujiyê derxîne. Divê ji siyaseta qirkirinê vegere û nebe desteka dijminê kurdan.”
Remziye Mihemed, destnîşan kir ku hemû partiyên kurdan jî li dijî vî şerî û vê helwesta şerê navxweşî seknekê nîşan bidin û berteka xwe bînin ziman û wiha pêde çû: “Divê partiyên din li dijî nêzîkatiya PDK’ê helwestekê nîşan bidin. Divê bibin alîgirê seknandina vî şerî û li dijî vê hevkariya dewleta tirk seknekê nîşan bidin. Divê em nehêlin ev berjewendî û planên Tirkiyeyê yên ku dewleta osmanî ya nû xeyal dike têkeve meriyetê. Divê em wekî gelê kurd û partiyên siyasî û saziyên demokratîk helwestekê nîşan bidin û yekîtiya xwe xurt bikin û kurd hêza xwe bikin yek. Gelê kurd xwedî hêz û vînin. Divê em xwe ji şerê taybet biparêzin û li dijî şerê taybet bi her awayî xwe bi rêxistin bikin. Çawa me şoreş ava kiriye. Divê em vê şoreşê ji bo xwe bikin mînak û li nirxên xwe xwedî derkevin. Divê em li projeya Neteweya demokratîk xwedî derkevin û van êrîşan pûç bikin.”
Remziye Mihemed, anî ziman ku ev şer û dagirkeriya li ser başûr, li ser her çar parçeyê Kurdistanê xeteriyekê ava dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şengal hêj bi xeteriya dagirkerî û êrîşek nû re rû bi rû ye. Li milekî DAIŞ gefan li Şengale dixwin. Li milekî Heşdî Şahbî gefan dixwe. Êrîşên dewleta tirk didomin. Ev aramiya tevahî herêmê dixe xetereyê. Niha dewleta Tirk axa Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Ezaz, Bab, Efrîn û her wiha Idlib dagir kiriye. Li aliyekî ev herêm dagir kirine, li aliyê din gefan li herêmê din dixwe. Gefan dixwe û dixwaze êrîşek nû bimeşîne. Ev dagirkerî gefa li ser aramiyê ye. Armanca dewleta tirk, dagirkeriya tevahiya Kurdistanê ye. Ev xeteriyek mezin e.”
Di bin hewldanên hevdîtina 2 seriyan de gelek plan hene
Remziye Mihemed, bal kişand ser hewldana Rûsya ya ku dixwaze Erdogan û Esad bîne cem hev jî rawestiya û got: “Di bin vê hewldanê de gelek plan hene. Qaşo li ser aramiya Sûrî vê yekê dike. Lê planên dewleta Tirk yên taybet hene. Hêzên navneteweyî û koalîsyon jî di navde ewlehiya herêmê naxwaze. Pergala ku li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û ji bo ewlehiya tevahiya herêmê xebat û têkoşînê dimeşîne, ne li gorî berjewendiyên netew dewletan e. Rêxistinkirina hemû civakê li dijî berjewendiyên netew-dewletan e. Pergala Netew Dewlet tu carî qebûl nake ku civakek demokratîk û rêveberiyek xweser bê avakirin. Ji bo vê yekê hatina van herdu seriyan ne li gorî berjewendiya gelê herêmê ye. Dijberî vê yekê bêtir gef û xeteriyê pêş dixe. Dema herdu serî bêne cem hev, dê aloziya herêmê zêdetir bike. Ji ber ku heta niha Tirkiye ew qas herêm dagir kiriye, lê rejîma baas li dijî dewleta tirk dengê xwe nekeriye. Gelê herêmê di bin dagirkeriyê de koçberiyê dijî. Rojane kuştin û komkujî heye. Xweza tê talankirin û wêrankirin. Dîrok di bin gefan de ye. Hatina cem hev a Beşar û Erdogan ne li gorî berjewendiyên bakur û rojhilatê sûriye û tevahiya Sûriyeyê ye. Tevahiya gelê herêmê kurd, ereb, keldan, suryan, erman, aşûr bertekên xwe tînin ziman û bêdengiya dewleta bas şermezar dikin.”